NESRÎN ELÎ/ŞEVÎN HESEN ANHA/HESEKÊ Saziya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê bi armanca bilindkirina asta zarokan a fikrî û bipêşxistina şarezahiyên wan, Baxçeyê Zarokan vekir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê destek da vekirina baxçeyên zarokan. Baxçeyê Zarokan ê taxa El-Kelasê ya bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê bi sponsoriya Saziya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê di 2`yê Îlona îsal de hate vekirin. Têkildarî mijarê berpirsa baxçe Nêroz Ibrahîm got, "Baxçe ji bo zarokan wekî bingeh tê hesibandin, şarezahiyên wan xurt dibin. Ji ber ku zarok di vî temenî de gelek tiştan nas dikin û keşf dikin." Hêjayî bibîrxistinê ye ku Saziya Perwerde û Fêrkirinê ji bo vekirina baxçeyekî li taxa El-Salihiyê di nav amadekariyan de ye.