Daxuyaniya YPG’ê ya fermî de hat destnîşankirin ku operasyonên hêzên wan ya ku li Hesekê li hember çeteyan dabûn destpêkirin, berdewam dike û bi vî rengî dewam kir:” Hêzên me yên ku ji rojhilatê Hesekê, ji taxa Eziziyê ber bi başûr ve, ji çiyayê Kezwan ber bi rojhilat ve pêşdikevin şevê din gihiştin hev û bi vê awayî dorpeça li derdora Hesekê temam kirin. Bi vî awayî pêşiya teqwiyê ya ji herêmên bejahî tê çeteyên di herême Neşwê, Xwêran û Panorama de hatiye girtin.
Hêzên me şevê din ji rojavayê Hesekê rêketin û ber bi taxa Neşwê ve pêşketin. Di derdora gundê Um Hicêra di navbera hêzên me û komên çeteyan de cih bi cih pevçun tên jiyîn.
Komên çeteyan bi armanca xilaskirina hêzên xwe ya di bin dorpeçê de ji bajaroka Hol (rojhilatê Hesekê) û ji gundê Melebiyê (başûrê Hesekê) hewldan êrîş li dar bixin. Piştî bersivên bi bandor, ev êrîş hatine şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li van herêman nehatiye zelalkirin.”
Li Kobanê 2 çete hatin kuştin
Her wiha YPG’ê derbarê operasyonên li Kobanê jî ew agahiyan dan: “ Hêzên me ya li başûrê Kobanê berdewam dike.Şevê din hat tespîtkirin ku 2 çete bi motorsîkletek hewlda bikeve herêmên di bin serweriye hêzên me de. Hêzên me bi armanca girtina van çeteyan operasyonek lidarxistin û li vir pevçunek dem kin hat jiyîn. Di encama pevçunê de her du çete jî bi awayekî mirî hatiye bi dest xistin.”
NAVENDA NÛÇEYAN