ŞEVÎN HESEN / ANHA/HESEKÊ
Jinên Siryan ên li Hesekê pirsgirêkên xwe li gorî qanûnên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Mala Aştarot çareser dikin.
Hevseroka Meclisa Giştî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Siryan Sîham Qeyro destnîşan kir ku bi boneya 8`ê Adarê roja Jinên Cîhanê mala jinê ’Mala Aştarot’ vekirine. Sîham diyar kir ku armanca vekirina malê, ew e ku hemû jin mafên xwe di hemû waran de bidest bixine.
Sîham Qeyro diyar kir ku Mala Aştarot a jinên ji hemû pêkhateyan qebûl dike û hewl dide pirsgirêka wan çareser bike.
Sîham Qeyro têkildarî piştgriya jinên ciwan ev tişt anî ziman:”Di Yekitiya Jinên Siryan de komîteya Jinên Ciwan ên Siryan heye. Di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de dixebitin. Ji ber ku di pêşerojê de xebata herî mezin dikeve ser milê ciwanan. Em ji bo avakirina akademiyek bîrdozî, çandî, perwerdehî û pîşeyî taybet bi jinên ciwan xebat dimeşînin û dê di demek nêz de ev akademî were vekirin.”
Dozên jinan tên çareserkirin
Ji aliyê xwe ve endama Yekitiya Jinên Siryan Nede Silêman a ji pêkhateya Ereb, destnîşan kir ku bi rêya civînên heftane piştgriya jinan di hemû waran de dikin û got: “Ji bo jin azadiya xwe bi dest bixe, em qanûnên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi cih tînin.”
Nede destnîşan kir ku piraniya dozên ku Mala Aştarot pêşwazî dike, dozên zewaca biçûk in û ev tişt anî ziman:”Ji bo zanakirina jinan di asta fikrî de em kar dikin. Dema dozek li gel me çareser nebû, em wê vediguhêzin dadgehê û ji bo misogeriya bidestxistina mafên hemû jinan em li rex wan disekinin.”
25 doz çareser kirine
Di berdewama axaftinên xwe de Nede diyar kir ku di vê mehê de Mala Aştarot 32 doz pêşwazî kiriye, jê 25 doz bi rêya pêkanîna qanûnên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çareser kiriye. 4 doz jî veguhestine dadgehê û 3 doz jî hîna tên nîqaşkirin.