Navenda Ragîhandin û çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li Kobanê û Hesekê daxuyaniyek nivîskî weşand.Di daxuyaniya YPG’ê de operasyona ku li Hesekê dane destpêkirin de wan agahiyan hat dayîn:”Operasyonên hêzên me ya ku li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li navenda Hesekê dabûn destpêkirin, berdewam dike.
Hêzên me şevê din li başûrê Hasekê li hember gundê Ebû Emşê ya ku çeteyan xwe bicihkiribûn operasyonek lidarxistin. Di encama operasyonê de gundê Ebû Emşê ya li kêleka herêma Vîlatê Sor, ji çeteyan paqij kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a vê operasyonê ne hate zelalkirin.
Komên çeteyan doh di demjimerên siharê de li hember hêzên me ya li vê gundî êrîşek lidarxistin. Komên çeteyan maşînekî teqemenî barkirî teqandin û dest bi êrîşan kirin. Hêzên me bersive hişk da çeteyan û li vir pevçunên dijwar hat jiyîn.


26 termên çeteyan hat bidestxistin

Her wiha derbarê şerê ku li başûrê Kobanê diqewimi de wan agahiyan hat dayîn: “Operasyonên hêzên me ya ku li başûrê Kobanê li dijî qadên di bin dagirkeriye çeteyan de tên meşandin, berdewam dike. Şevê din li herêma Mecbele di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunekî dem kurt hatiye jiyîn. Hejmara kuştî û birîndarên li vê qadê nehatiye zelalkirin.
Hêzên me yên ku êrîşên çeteyan a doh li derdora Ayn Îsa şikandin, li qadê xebatên legerîne meşandin. Di encama van xebatan de hêzên me li qadê 26 termê çeteyan bi dest xistin. 


 ANHA/ HESEKÊ