Komeleya Çandî ya Suryanî ji bo bîranîna qurbaniyên qirkirina Sêfo ya Ermeni û Suryaniyan li qada Şehîd Atharu ya taxa El-Nasire ya bajarê Heseke peykerek bi navê Sêfo danî.

Bi amadebûna şandeyeke ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên Saziyên Civaka Sivîl, hêzên leşkerî, partiyên siyasî, endamên Rêxistina Demokratîk a Asur û bi dehan şêniyên bajarê Hesekê, merasîmeke hate lidarxistin.

Xwestin mileteke qir bikin

Merasîmê bi pêşandana mûzîkê ji aliyê Foca Keşfê ya Suryaniyên Cathelok ve hate destpêkirin. Paşê Berpirsa Komeleya Çandî ya Suryanî Elîzabêt Gewriyê qurbaniyên komkujiya Sêf bi bîr anî û anî ziman ku armanca dewletên serdest ew bû ku miletekê qir bikin.

Rewşa niha nema wekî ya berê ye

Elîzabêt Gewriyê got: “Erdogan dixwaze mîna vê komkujiyê derheqê gelê Bakurê Sûriyeye dubare bike. Em dibêjim ku êdî rewşa niha nema wekî ya berê ye. Îro hêzek hevgirtî ji hemû pêkhateyan hatiye avakirin û wê li hember komkujiyan bê deng nemîne”.

Rûpeleke reş e

Di merasîmê de, Cîgirê Serokê Partiya Suryan Senheîb Bersum jî got ku komkujiya sedsala 19‘emîn û destpêka sedsala 20‘an ya li dijî gelê Ermen û Suryan bi awayekî pîlankirî pêk hat. Senherîb Bersum anî ziman ku komkujiya Sêf bûyereke bi êş ji bo tevahî gelan e û rûpeleke reş e di dîroka mirovahiyê de ye.

Piştî axaftinan Keşe Mamorîs Emsîh û Berpirsa Yekîtiya Jinên Suryan Sîham Qeryo perse ji ser peyker rakirin. 


 ANHA/HESEKÊ