Her wiha hêzên cewherî yên bajarê Hesekê hemû bendên kontrolê yên ketina bajar girtin, hêzên Asayîşê ber bi xetên pêş ve meşiyan. Piştî ku hêzên YPG’ê dest bi hamaleya rizgarkirina bajar kirin, hêzên parastina cewherî yên Hesekê careke din hebûna xwe danîn holê û sîstema xwe ya li nav bajar û derve ava kirin. Jinan di nava hêzên cewherî yên bajarê Hesekê de roleke sereke lîstin û di her demê de wê beşdarî erka parastinê bibin.
Jin wê tabûra xwe ya xweser ava bikin
Endama Hêzên Parastina Cewherî ya bajarê Hesekê Emel Zeydî diyar kir ku jinên Hesekê amadekariya xwe dikin da ku tabûra xwe ya hêzên cewherî ya taybet bi jinan ava bikin
Emel da zanîn ku wan bi awayekî çalak di hamleya rizgarkirina Hesekê de cih girtiye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Me ji roja ewil heta dawiyê di hamleyê de cihê xwe girt. Me di rojên hamleyê de parastina riyên ketin û derketina bajar dikir. Niha jî xebatên me yên parastinê didomin. Em rê nadin tu kes êrîşî herêmên me bike û xebatên me bi hêzên asayişê re bi awayekî koordînekirî tên meşandin.”
‘Werin tevlî hêzên parastinê bibin’
Emel di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên Rojava kir da ku bi dilekî germ tevlîbûna xwe ya di nava hêzên parastina cewherî de bikin û parastina hemû destekftiyan bikin.
HESEKÊ