Dewleta Tirk li Heskîfê dîroka 12 hezar salî talan dike. Doh jî tirbek ji cihê xwe hate rakirin.
Heskîfa 12 hezar salî ji ber Bendava Ilisûyê (nêzî Germava ser bi Hezexê) tê wêrankirin û hin berhemên dîrokî jî dibin cihên din. Tirba li Zawiyeya Îmam Abdûllah birin Arkeoparkê. Bi 37 krîkoyên hîdrolîk û bi wesayîta SPMT ya 256 tekerên wê hene, tirb birin cihekî din.
Di dema barkirinê de polîs û jendirmeyan dora qadê girt û Alîkarê Gerînendeyê Giştî yê DSÎ’yê Mûrat Dagdevîren jî talankirin û bênasnamehiştina berhemên dîrokî weke parastinê nîşan dan. Wî got, “Li Heskîfê 5 berhem ji cihên xwe wê werin rakirin û ew ê li cihekî din werin danîn”. Li gorî agahiyên wî Mizgefta Keçan, Mizgefta Silêman Xan, Mizgefta Koç, Mizgefta El-Rizk, deriyê navîn û cihên din ên girîng ên mîmarî jî bi heman rengî yan wê ji koka xwe bên qutkirin yan jî li cihê ku av bide ser, bi rengekî makyaj warî, qaşo bên parastin.
Em pê dizanin ku talana minare û beşa muştemilatê ya di nav Zawiyeya Îmam Abdullah di rojên pêş de dewam bike, ew ê ji cihê xwe bê rakirin û li cihekî din bê danîn.
ÊLIH