Parlamena Başûr 18´ê Sibatê wê bicive. Polîstburiya YNK´ê da zanîn ku ev civîn di encama lihevkirina di navbera PDK û YNK´ê pêk tê. Lê lihevbekirina li ser waliyê Kerkûkê, dike ku çik hebin li ser vê lihevkirinê.
Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) eşkere kir ku civîna Parlamena Herêma Kurdistanê ya 18’ê Sibatê peywendiya xwe heye bi lihevkirina wan û PDK’ê ya ku weke yek paketê ji bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê, Bexda û Kerkûkê ye. Tevî ku çav li rê ye sibe PDK û YNK careke din bicivin, nîşanên lihevnekirinê jî zêde ne. Yek ji van jî ew e ku YNK´ê namzetê xwe ji bo walitiya Kerkûkê weke Rigar Elî eşkere kir, lê PDK´ê ev namzet re kir. Hilbijartina waliyê Kerkûkê jî wê 18´ê Sibatê li Meclîsa Bajêr a Kerkûkê bibe. Axir hevdîtinên ji bo avakirina hikûmeta Başûr, cihgirtina aliyên Kurd di hikûmeta Bexdayê de û hilbijartina waliyê Kerkûkê hîna jî di navbera erê nayê de ne.
Ev 135 roj in hilbijartinên Parlamena Herêma Kurdistanê pêk hatine. Heta niha hikûmet nehatiye avakirin. Nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de nahêlin kabîneya nû ava bibe. Ji bo çareseriya nakokiyan her du partî ev qederê 5 mehan e ku di nava danustandinan de ne. Lê heta niha PDK û YNK ji bo pêkanîna hikûmetê negihiştine ti encamê. Daxuyaniya polîtburiya YNK´ê niha kir ku mirov bifikirin ku, alî li ber lihevkirinekê ne.
Civîna parlamenê li gorî lihevkirinê ye
Polîtburoya Yekîtîy Niştîmanî Kurdistan (YNK) doh li serokatiya Cîgirê yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK´ê bi beşdarbûna Kosret Resûl Elî û Cîgirê duyem Dr. Berhem Salih û endamên polîtburoyê li Silêmaniyê civiya. Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hate dayîn.
Li gorî daxuyaniyê, rewşa siyasî û hikûmranî ya Iraqê, lihevkirina siyasî ya di navbera YNK’ê û PDK’ê de û mijarên peywendî bi Bexda, Kerkûk û avakirina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê de hatine guftûgokirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di civînê de hate teqezkirin ku civîna 18’ê Sibatê ya Parlamana Herêma Kurdistanê bendekî îzmekirî ya ji lihevkirina siyasî ya di navbera PDK’ê û YNK’ê de ye. Weke pakete mijarên neteweyî û niştîmanî yên ji bo Herêma Kurdistanê, Bexda û Kerkûkê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên peywendî bi proseya siyasî û hikûmranî ye. Rewşa Kerkûkê û navçeyên hatine veqetandin bi hûrî hatine nîqaşkirin. Polîtburoya YNK’ê proseyê weke proseyeke neteweyî dibîne. Berpirsyariya hemû hêzên Kurdistanê û têkoşerane ye ku hewla çareserkirina asayîkirina rewşa van herêman bidin.”
YNK û PDK sibe jî dicivin
Li aliyê din berdevkê YNK’ê Sedî Ehemed Pîre got, ew ê di 15’ê Sibatê de li bajarê Silêmaniyê bi PDK’ê re bicivin. Wî her wiha diyar kir ku armanca civînê jî guftugoya dawî ya li ser projeyên siyasî yên di navbera her dû aliyan de ye.
Daxuyaniya Sedî Ehmed Pîre li ser mijarê wiha ye: “Tê payîn di 15’ê vê mehê de Mekteb Siyasî ya YNK û PDK’ê li Silêmaniyê bicivin. Armanca civînê jî ew e ku li ser projeyên siyasî guftugo werin kirin û ji bo vê jî reşnivîsek dawî were amadekirine.”
PDK´ê namzetê YNK´ê red kir
Tevî van daxuyaniyên lihevkirinê, nûçeya redkirina namzetê YNK´ê yê ji bo walîtiya Kerkûkê ji aliyê PDK´ê ve, pirsa, gelo bi rastî aliyan li hev kiriye, dide kirin. Yanî, heta niha jî YNK û PDK li ser waliyê nû yê Kerkûkê li hev nekiriye. YNK dibêje ku namzetê wan yê ji bo walitiya Kerkûkê Rizgar Elî ye. PDK jî namzetê YNK’ê red dike û dibêje, “Em piştgiriya waliyekî nakin ku xiyanet li Kerkûkê kiribe.”
Tê payîn di 18’ê vê mehê de Meclîsa Kerkûkê bicive ji bo hilbijartina waliyê Kerkûkê.
Endama parlamentoya Iraqê ya ser bi fraksiyona YNK´ê, Elmas Fazil li ser mijarê ji RojNews re got, “Namzetê YNK’ê yê ji bo walitiya Kerkûkê tenê Rizgar Elî ye. Tê payîn di civîna 18’ê Sibatê de ev mijar were rojevê. Nayê zanîn ka ev mijar wê çawa zelal bibe û bi dawî bibe. Lê ya diyar ew e ku namzetê me Rizgar Elî ye.”
Endamê rêveberiya Kerkûk û herêma Germiyanê yê PDK’ê Ednan Kerkûkî jî got: “Me berê nihêrînên xwe li ser vê mijarê îfade kirin. Em dixwazin waliyekî serbixwe ji bo Kerkûk were hilbijartin. PDK bi ti awayî piştgiriya waliyekî ku xiyanet li Kerkûkê kiriye nake.”
ROJNEWS / SILÊMANÎ