Li Herêma Kurdistanê ji ber ku îsal gelek xwendekar ji bo zanîngeh û peymangehan nehatin wergirtin, li Hewlêrê li ber Wezara Xwendina Bilind û li ber Zanîngeha Dihokê xwendekaran çalakî li dar xistin. Wezaretê diyar kir ku hewl didin pirsgirêkê çareser bikin.

Li Hewlêr û Dihokê doh xwendekarên ku wê îsal derbasî zanîngeh û peymangehan bibûna û ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind ve ji bo zanîngehan û peymangehan nehatin wergirtin, çalakiyên girseyî kirin.

Neheqiyeke mezin e

Li Hewlêrê li ber Wezara Xwendina Bilind bi sedan xwedekar civiyan û daxwaz ji wezaretê kirin ku li zanîngeh û peymangehan werin qebûlkirin. Her wiha li ber Zanîngeha Dihokê jî xwendekaran çalakî kir.

Miheme Mistefa yê ku di ezmûnên ji bo derbasbûna zanîngehê de 67 pile bidest xistî û ji bo ti peymangeh û zanîngehê nehatî wergirtin, diyar kir ku biryara wezaretê ya ku tenê wê xwendekarên pileya wan di ser ji sedî 70’yî re werin wergirtin, neheqiyeke gelekî mezin e.

Ferq û cudahî xistiye nava xwendekaran

Miheme Mistefa eşkere kir ku wezaretê ferq û cudahî xistiye nava xwendekaran û got, "Armanca wezaretê ew e ku em êvaran li peymangeh û zanîngehan bi pereyan bixwînin. Ev yek ji bo me giran e, ji ber ku em nikarin vî pereyî peyde bikin."

Ji rêveberiya giştî ya Wezareta Xwendina Bilind, Mihemed Sabir jî ji bo bersiva daxwazên xwendekaran bide, çû nava xwendekaran û got, "Bi rêya sîstemeke taybet, xwendekar dikarin pirsgirêk û daxwazên xwe bigihînin me. Em ê ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewl bidin."

Wezara Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê, 12'ê Cotmehê navên xwendekarên îsal dest bi zanîngeh û peymangehan bikin, eşkere kir. Hate diyarkirin ku îsal ji sedê 60'ê xwendekaran wê bên qebûlkirin.

 

ROJNEWS/ HEWLÊR