Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) û Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev bi munasebeta 1’ê Gulanê, li Parka Şar ya Hewlêrê bi beşdarbûna gelek karker, nûnerên partiyên siyasî û rêkxistinên civakî daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclîsa RJAK’ê Hîlal Hesen ve hate xwendin, hate gotin ku ked û kar kirin xweşiktirîn, biwatetirîn û pîroztirîn nirxê jiyanê ye. Hîlal Hesen di daxuyaniyê de wiha got: “Roja têkoşîna ji bo gihiştina jiyanek bişeref li hemû karkerên cîhanê, bitaybet li karkerên Kurdistan û jinên karker pîroz dikîn. Îro roja kombûn û yekbûna li hember çîna sîstema modernîteya sermayedariyê û şermezarkirina avakirina cîhanek bê kede. Cîhanek bê ked, cîhanek dagirkiriye û jiyan tê de yeksane bi merg (ruh). Lê hêza kedkar, rêncber tu caran dagirkirina jiyanê ji bi riya aboriyê ji sîstema modernîtaya sermayedar û qapîtalîst ne pejirandiye bi tu awayî na pejirîne û wê tekoşîna xwe hertim di asta herî bilind û hêjayî jiyanek wek de bidomîne."
Banga xwedîderketinê
Hesen di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku, karkerên Kurd hemû caran pêşmerge, gerîlla û zehmetkêş bûne û bi vê riyê berhemên mezin û pîroz pêşkeşî dayik, karker û gelê xwe yê bindest kirine. Hesen di daxuyaniyê de balkêşand ser karkerên Başûrê Kurdistanê û wiha domand: “Li Başûrê Kurdistanê, karkerên Kurd hêza sereke ya şoreşa têkoşîna rizgariya mafên rewa yên Kurd û Kurdistanê bûn û bûn hêzek herî mezin ya bidestxistina destkeftiyên netewî. Lê heta niha tû mafekê wana yê zagonî tuneye û rojane bi dehan karker di nav karê xwe de bi mirinê re rûbirû ne. Pêwîste maf û jiyana karkeran birêya zagonan bê xistina garantiyê de û ji wana re derfetên kar û maaş were çêkirin. Em wek Rêkxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) û Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev, 1’ê Gulanê li hemû karkerên cîhanê bi taybet li karkerên Kurd û jinên karker pîroz dikîn û bang li wana dikîn ku bila xwedî li mafên xwe derbikevin û rê nedin sîstema modernîteya qapîtalîst û çîna sermayedar mafên wana binpê bikin.”
Piştî daxuyaniyê girseya gel dirûşmên ‘Bijî 1’ê Gulan’, ‘Bijî Azadî, Bijî Ked’ û ‘Bijî Çîna Karker’ avêtin û belav bûn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem jî bi wesîleya 1’ê Gulanê meşek hate lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Meş li ber Şaredariya Wargehê heta Buroya Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam kir. Girse li ber Buroya NY ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyek rêz girtin û daxuyaniya li ser navê Meclîsa Kedkarên Wargehê ji aliye Endama Komalên Ciwan Fatma Oren ve hat xwendin. Di daxuyaniyê bi wan hevokan dest pê dike: “Em salvegera 128’emîn a 1’ ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê, û bi awayekî fermî jî 124’emîn Salvegera 1’ê Gulanê dîjin. Di vê roja ku biratî û piştevanî bingeh tê girtin, bi qasî ku rojeke bîranîn û pîrozkirinê ye, ew qasî jî dad, wekhevî û azadiyê tîne ziman. Hîn zêdetir li hember dagirkerî, çewisandin û zilmê ji rojeke serî rakirinê ye. Heta pirsgirêka kedê çareser nebe wê pirsgirêka azadî û wekheviya civakê jî çareser nebe. Pêwîst e mirov bi vê ve girêdayî pirsgirêka kedê bifikire. Pêwîst e mirov bi vî awayî li 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê biniherê û pêşwazî bike. Bi vê ve girêdayî li hember modernîteya kapîtalist, li ser vê bingehê bilindkirina têkoşîna modernîteya demokratîk girîng e. Pêwîst e em 1’ê Gulana 2013’an bikin Newroz û bi ruh û coşa Newrozê pêşwazî bikin. Di dawiyê de careke din 1’ê Gulanê li mîmarê ked û azadiyê Rêber Apo, li jina xwedî afirîneriya rast ya kedê, li gelê xwe yê hêja û hemû kedkarên cihanê pîroz dikin."
Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşmayên “Bijî Serok Apo” û “1’ê Gulanê li Rêber pîroz be” hatin berzkirin.
DÎHA/HEWLÊR
Li Rojava coşa 1’ê Gulanê
Li Efrîn û Kobanê çalakiyên 1’ê Gulanê bi beşdariya sedan kesî hate lidarxistin.
Li Efrînê bi sedan kes ji sê koşa Otosrada Raco ya Efrînê hatin cem hev. Ji vir welatî heta Meydana Azadî meşiyan. Bi sedan kes ji bo pêşwaziya meşvanan li Meydana Azadî bûn. Li Meyadana Azadî ku welatî gihiştin hev Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed axivî. Ehmed, 1’ê Gulanê li hemû karkeran pîroz kir û got ku Desteya Bilind wê rê ne de tu kesî ku destkeftiyên gelê Kurd binpêbike û gelê Kurd ji şoreşê bê par bihêle.
Ehmed, soz da ku mafê hemû pêkhateyên Rojavayê li kêleka Kurdan were parastin û tu cudahî wê di nava pêkhateyên herêmê de çênebe.
Sekerterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî jî axivî. Alî, bal kişand ser projeya aşitiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û got: ‘’ Projeya Ocalan ne tenê ji bo Bakûrê Kurdistanê ye, di heman demê de bandora xwe li hemû Rojhilata Navîn dike. Em hêvî dikin ku hemû astengiyên li pêşiya vê pirojeyê rabin û gelê Kurd mafê xwe bidestbixin.’’
Piştre helbestên ser karker û Rêberê Gelê Kurd Ocalan hatin xwendin.
'Emê li kêleka karkeran bin'
Bi heman armancê li Kobanê jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şahiyek li ber navenda xwe ya bajêr, bi beşdariya nûnerên ji Partiya Demokratîk a Pêşverû li Sûriyê (PDPKS) û sedan şêniyên bajêr lidar xist. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê PYD’ê Mihemed Şahîn axivî û roja karkeran pîrozkir. Şahîn, bal kişand ku ew ê bi hemû hêza xwe li kêleka karkeran bin. Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a Kobanê Ehmed Şêxo, Endamê Patiya Demokratîk a li Sûriyê axivîn.
Piştre Komên Berbang û Botan stran û govendên xwe pêşkêşkirin.
ANHA/EFRÎN-KOBANÊ
Li Ranya şahî
Li ser riya Serkepkan ya navçeya Ranya bi wesîleya 1'ê Gulanê ji aliyê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan ve bi beşdarbûna gelek aliyên siyasî , rêxistinên civakî û gelê deverê ve bi awayek biçoş hate pîroz kirin. Destpêkê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ji bo Roja Karkerên Cîhanê 1'ê Gulanê şandî hate xwendin. Piştî xwendina nameyê Endamê Desteya Rêvebir ya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan Mela Zana Xeyam li ser girîngiya rojê axiftinek kir û bi vî bûneyê cejna hemû karkerên cîhanê û bitaybet cejna karkerên Kurdistanê pîroz kir. Piştî axaftina xeyam nûnerên PÇDK, RJAK, Partiya Komunîst a Kurdistan~e û nûnerê Ferhengxaneya Ranya derketin ser dikê û peyama xwe ya ji bo Roja Karkerên Cîhanê 1'ê Gulanê xwendin.
Piştî xwendina peyamên partiyên siyasî û rêxistinên civakî hûnermend Hemîd Mistefa, Nûran Koyî û Fetah Sewzewarî derketin ser dikê û stranên xwe pêşkeş kirin. Ji aliyê Koma Folklorê ya Ranya ve şanoyek hate pêşkeş kirin. Kampanya îmzeyan ya bi navhe 'Azadiya Rêber Apo' ku li seranserê Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin, jimara îmzeyên kû li navçeya Ranya kombûne gihişt 75 hezarî.
DÎHA/RANYA