Ji bo amadekariyên Konferansa Hewlêrê ku weke "Konferansa Netewî ya Kurd" tê binavkirin û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû pêşniyarkirin, tê payîn nûnerên partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, di nava vê hefteyê de li Hewlêrê werin cem hev. Civîna amadekariya konferansê, wê ji aliyê Hukûmeta Herêmê ya Federal ve bê meşandin. Der heqê mijarê de heta niha ti agahiyeke berçav li çapemeniyê nehatiye belavkirin. Lê belê li gorî agahiyên li Hewlêrê ev hevdîtin wê li ser amadekariyên konferansê be û di civînê de wê li ser dema lidarketina konferansê nîqaş bên kirin.


Rojevên bingehîn

Dîsa li gorî agahiyên  hatine wergirtin, konferans wê bi sê rojevên bingehîn kom bibe û li ser yekitiya siyasî û netewî ya kurdan raweste. Tê gotin, di çarçoveya vê rojevê de wê têkiliyên dîplomatîk û siyasî yên di navbera kurdan de û piştevaniya li her qadên jiyanê, werin nirxandin. Yek ji sedemên lidarneketina Konferansa Hewlêrê, helwesta partiyên siyasî yên mîna Partî Demkoratîk Kurdistan (PDK) û Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) dihat nîşandan. Der heqê vê mijarê de heyek ji endamên Konseya Rêveber a KCK'ê, bi rayedarên polîtburo yên YNK û lîderê Tevgera Goran Norşîrwan Mûstafa re hevdîtin kiribû û xebatên wan ên li ser konferansa netewî, di çapemeniyê de cih girtibûn.
Ji aliyê PDK'ê ve jî heta niha ji bilî daxuyaniyên li ser niyeta xwe, ji rayedaran der heqê beşdariya konferansê de helwesteke zelal nehatibû nîşandan. Lê belê tê gotin, heyeta KCK'ê ya ji bo danûstandinên dîplomatîk ev demeke li Herêma Kurdistana Federal e, bi nûnerên PDK'ê re hevdîtin kirine û li ser lidarketina konferansê li hev kirine.

Heyetek biçe Hewlêrê
Çav lê ye ku Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş jî tevlî civîna amadekariya konferansa Netewa Kurd ya li Herêma Başûrê Kurdistanê pêk bê bibe. Heta niha dîroka li darxistina konferansê nehatiye aşkerekirin û hate ragihandin ku wê li gel Demîrtaş 18 kes tevlî konferansê bibin. Li gorî agahiyên ji Nevenda Giştî ya BDP'ê hatiye girtin, li gel Hevserokê Demîrtaş, Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Serokê Giştî yê KADEP'ê Lutfî Baksî, Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê Sînan Çîftyurek, ji Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) Meryem Adibelî, Fîgen Ektî, ji KCD Seydî Firat, Mehmet Baysal, ji Bûroya Hiqûqê ya Asrînê Mazlum Dînç, ji Yekîtiya Elewiyan a Mezepotamya yê Nurhayat Altun, ji MEYA-DER'ê Leyla Ayaz, ji KESK'ê Kasim Bîrtek, Serokê Giştî yê DDKD Îmam Taşçier, Alîkarê Serokê Baroya Amedê Nîhat Eren, ji Tevgera Îslamî ya Gel Fîkrî Bozkurt, Kordînatorê Giştî yê Înîsiyatîfa Azadî Adem Ozcaner, Azîze Abîş, Salîh Aydenîz û ji Koma Diyalogê ya Dîcle û Firatê jî Nasîme Çîmen wê tevlî konferansê bibin.

DÎHA/HEWLÊR