Bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Tirk dane destpêkirin û di roja 53’an de berdewam dike, ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêz yên Başûrê Kurdistanê ve li ber Parlementoya Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê konê çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî hate vedan. Li gel PÇDK, bîroya BDP’ê ya Hewlêrê, Komala, Partiya Zihmetkêşanî Kurdistan, Yekgirto,Hemwelatiyên Azad û Wekhev, Rêkxistina Azadiya Jinên Kurdistan, Parlementerên YNK’ê Dana Seîd Sofî û Xelîl Osman, gelek rêxistin tevlî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe anîn ziman.
Di çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî ku di demjimêr 10.00’an li ber Parlementoya Hikumeta Herêmê destpêkir ya ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêz yên Başûrê Kurdistanê ve hate amadekirin, daxuyaniyek da û balkişande ser berxwedanên zindanan yên salên 1982, 1999 û îro ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan girtî ketine çalakiya birçîbûnê.

Banga tevger û hestyariyê 

Tevgera Ciwanên Welatparêz di daxuyaniya xwe de ragihand ku, bi sedan girtî li girtîgehên Tirk ji bo bi cih anîna mercên tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafên demokratîk yên gelê Kurd dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku di roja 53’mîn de ye kirine û her wiha bang li Hikumeta Herêmê, Parlementoya Herêmê, Rêxistinên sivîl, rojnamevan, nivîskar û hemû rêxistinan kir ku li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bang li Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê, Parlementoya Kurdistanê, Rêxistinên sivîl, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevana dikin, yek bi yek navê hemû partiyên di parlementoyê de didîn û vedixwînin berxwedanê û her wiha bêdengiya xwe xirab bikin. Di vê pêvajoyê de bersiva herî bi wate û birûmet dê pêkanîna yeketiya netewî be û pêwîste parlemento biçalak piştgiriyê bide vê berxwedanê.”

‘Pêwiste hevdîtin li gel Ocalan pêk were'
Piştî daxuyaniya Tevgera Ciwanên Welatparêz yên Başûrê Kurdistanên, Parlementerê Yeketiya Niştîmanî Kurdistan YNK Dana Seid Sofî axaftinek kir û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Tirk dane destpêkirin û her wiha çalakiyên piştevaniyê yên li Bakûrê Kurdistanê tên kirin anî ziman. Parlementer Dana Seîd Sofî di axaftina xwe de got; “Daxwazên girtiyên siyasî, daxwazên rewane û hemû welat dikarin van daxwazan pêk bînin. Pêwîste dewleta Tirk van daxwazên gelê Kurd pêkbîne.” Her wiha Dana destnîşan kir ku, “Pêwîste hevdîtin li gel Birêz Ocalan were pêkanîn û daxwazên perwerdeya zimanê zikmakî û parastina bi zimanê Kurdî werin bicih anîn.”
Parlementer Dana anî ziman ku, ew dê weke parlementer û Parlemento hewil bidin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêyên fermî dem û dezgehan vê daxwazê bigehînin Tirkiyeyê.
Parlementerê heman partiyê yê YNK’ê Xelîl Osman jî piştgiriya xwe ya bi çalakiya birçîbûnê re anî ziman û girtiyên siyasî yên di çalakiya birçîbûnê yên li zindanên Tirk silav kir. Parlementer Xelîl Osman got; “Her çendî ku Tirkiye xwe weke welatekî demokrat dide nîşan kirin jî, lê belê mafê Kurdan binpê dike û pêngavek cidî na avêje. Ji bo wê jî em piştgiriya xwe ya bi çalakiya birçîbûnê didin nîşan kirin û hêvî dikin ku, ev çalakiya we dê bibe palpiştiyek bo azadiya girtiyên çalakiya birçîbûnê, Rêzdar Ocalan û hemû girtiyên siyasî.
Piştî daxuyaniyên hatin dayîn çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî ya li ber Parlementoya Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê bi biryarbûnek mezin didome. 

ANF / HEWLÊR




YNK’ê banga diyalogê li Tirkiyeyê kir

Berdevkê Polîtburoya YNK’ê Azad Cundiyanî der barê pêşketinên li bakurê Kurdistanê û grevên birçîbûnê de daxuyaniyek da. Cundiyanî diyar kir ku ew wekî YNK xwedî li daxwazên girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ketine greva birçûnê derdikevin û ev tişt got: “Divê Dewleta Tirki daxwazên girtiyan hê jî mirin pêk nehatien bîne cih. Ji ber ku her roja ku derbas dibe em bi fikar in ku mirin çêbin. Divê her kes peywîra ku dikeve ser milê wî pêk bîne.”
Cundiyanî destnîşan kir ku ev nêzî du mehan e gelek girtiyên siyasî li zindanên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirine û ev tişt anî ziman: “Girtî di daxwazên xwe de bi israr in. Her wiha ji bo piştgiriyê jî li gelek bajar û bajarokên bakurê Kurdistanê, welatiyên Kurd, parlamanter û nunera dest bi grevek giştî kirine û bi mîtîng û çalakiyên mezin piştgiriyê didin daxwazên girtiyan. Ev jî dide xuyakirin ku geleê kurê li Bakur xwedî li daxwazê girtiyan derdikevin. Divê ev li ber çavan bê girtin.”
Cundiyanî bal kişand ser şer û pevçûnên li Bakur jî û ev tişt got: “Ji ber vê pêvajoya xeter ev demek dirêj e li bakurê Kurdistanê şerekî dijwar jî tê meşandin. Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ev êş û elem hê bêhtir berfireh bûne û sedama greva birçîbûnê jî ji ber vê tecrîd û şerê qirêj e. Divê AKP vê xetereyê li ber çavan bigire û ji bo çareseriyê bikeve nava hewldanan.”
Cundiyanî destnîşan kir ku baweriya wan bi xwedîderketina aşitî û daxwazên gelê Kurd ê li bakurê Kurdistanê heye û vê berxwedana gelê jî silav kir.
Nûnerê YNK’ê Cundiyanî aşkere kir ku beriya ev rewşa ber bi metirsîdariyê ve biçe, pêwîst dike ku ev rewş bi riya diyalog û nexşeya riyekî demokrasî bê çareserkirin û wiha domand: “Dema wê hatiye ku dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê û hemû hêzên demokrasîxwaz yên rasteqîne, her wiha partiyên siyasî yên wê parçeya Kurdistanê jî, riya çareseriya siyasî û diyalogê hilbijêrin. Ji ber ku ew rê.”
Rayedarê YNK’ê bi bîr xist ku Serokomar û Serokwezîrê Tirk beriya demekê peyam dabûn ku ew ji bo çareseriya siyasî amade bi birêz Ocalan re dîsa danûstandinê bikin. Cundiyanî diyar kir ku ev hewldaneke girîng e û bang li hikûmeta AKP’ê kir ku vê soza xwe bîne cih. 

SILÊMANÎ