Meş ji aliyê Cîwanên Welatparêzên Kurdistan heta organîze kirin û bi sedan kes beşdar bû. Meş li gerekê Îskan li ber bexçeyê Ronakî despêkir û heta navenda bajêr ber qela Hewlêr kasî 5 km dewam kir. Di meşê girse bi navber dûrişmên wek “Bê rêber jiyan nabe, bijî Serok Apo, Faşîst Erdogan, Başkûr, Başûr, Rojhilat Apo Serokê welat, Bijî şoreşa Rojava, Bijî Ocalan, Şer şer ji azadî şer” qêriyan. Diwiya meşê de li sernavê Cîwanên Welatparêzên Kurdistan Cîwan Abdurahîm diyar kir ev tecrîta li ser Rêberê PKK’ê şermezar dikin û wiha got: "Tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi armanca bêhêz kirina tevgera Kurd bû lê îro li vir em dibînin gelê ji hemû dema bihêztire. Ev saleke em gelê Kurd ji Rêberê xwe agahdar nînin. Dewleta Erdogan bi tecrîta li ser Rêberê me dixwaze gelê Kurd bê îrade bike. Lê îro gelê Kurd bi raperînekî bê hempa li ser piyane. Ev raperîna gelê Kurd planên hemû dijminanê Kurd pûç dike.”
Cîwan Abdurahîm da zanîn ku gelê Kurd îro li Rojavayê Kurdistan şoreşek bê xwîn pêktîne ev wek Cîwanên Welatparêzên Kurdistan şoreşa Gelê Rojavayê Kurdistan slav dikin û wiha got “Îro li Rojavayê Kurdistan gelê Kurd şoreşek bê xwîn pêktînin. Em wek gelê Başûrê Kurdistan şoreşa Gelê Rojavaya Kurdistan slav dikin û didin diyar kirin ku heta dawî pêşgirî dikin. Rêber Apo bi salan xizmetî Rojavaya Kurdistan kir, îro ev şoreşa jî bersiva herî rast ya Gelê Rojavaya Kurdistan e.”
Cîwan Abdurahîm xwest ku rêveber û serokên Herema Kurdistan ji bo azad kirina Ocalan hewl bidin û wiha got “Daxwaza me ji hemû serokên herema Kurdistan ev e ku hemû bikara xwe ji bo azad kirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bikar bînin. Dîsan ji Serokê Herema Kurdistan Mesût Barzanî dibêjin ku berjevendiyê gelê Kurd li gel dewleta Tirkiye nîne. Heke nêzîkatiyekî wiha hebe dibe ji bîra me neçe ku heta niha jî dewlata Tirk mafê Kurd napejirîn e.”
Di meşe de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Alên PKK’ê û KCK’ê hatin rakirin. Meş li ber qela Hewlêr bibin ewlekariya hêzên asayişa Herema Kurdistan bi aramî dawî bû.

 DÎHA/HEWLÊR