Li Hewlêrê êriş birin ser Efserê YNK’ê Muqedem Selam Reza ku weke Selam Mentiq jî tê naskirin. Muqedem bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Hewlêrê.

Li gorî agahiyan 30 gule berdana otomobêla pêşmegeyê YNK’ê û bi giranî birîndar bûye. Hate zanîn ku pêşmergeyê YNK’ê niha li nexweşxaneya Hewlêrê tê dermankirin.

Li gorî agahiyan pêşmergeyê YNK’ê yê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, niştecihê Silêmaniyê ye û bi armanca serdana xwişka xwe çûbû Hewlêrê. Tê gotin ku piştî pêşmergeyê YNK’ê Muqedem Selam gihiştiye Hewlêrê û beriya bigihe mala xwişka xwe, êrişî wî kirine.

 

 HEWLÊR/ROJNEWS