Greva birçûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê di roja 30’î de koma jinan çalakî dewr kir. Herwiha çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî di roja 30’î de bi biryardarî dewam dike. Endama Nûnertiya HDP’ê Mizgîn Arî li ser navê koma nû axivî û got, “Heta ku tecrîdkirina Ocalan dewam bike û parlamenterên HDP’ê di girtîgehan de bin, wê çalakiya me bidome.” Mizgîn Arî bang li hemû rêxistin û saziyên cihanê kir da ku guh bidin daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê de û ji bo rakirina tecrîdê zextê li dewleta Tirk bikin.”
Rojane gelek kom, kesayet,nûnerên partî û rêxistinan ji bo piştgiriyê serdana çalakgeran dikin.
Bêyî Rêbertî em ê nejîn
Greva birçîbûnê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya bi heman armancê, di roja pêncan de dewam dike.
Doh koma duyemîn a ji 8 jin û 10 mêran, çalakî dewr girt. Li ser navê çalakgeran Robar Spêndarokî got, “ Em soz didin bêyî Rêbertî em ê nejîn.”
Calakger Cemîle Ripinî got, “Em heta em agahiyek ji Rêberê xwe negirin em ê çalakiyên xwe dewam bikin.”
HEWLÊR