Li gorî agahîyên ku rêveberiya ragihandina giştî ya mîhrecanê belav kir, Rêveberê Sînemayê Ednan Osman li Hewlêrê agahî da çapemeniyê û wiha got: "Me dest bi karê mîhrecana 3'emîn a filman a ''Ne Bu Şîdeta Dijî Jinê'' kirye û derhêner dikarên peywendiyê bi qanalê mîhrecanê û forma beşdarî kirina filmên wan di mîhrecanêda wergirin."
Osman li ser naveroka filmên beşdarî mîhrecanê bibin diyar kir ku lazim e naveroka filmên beşdar bibin bi taybet li dijî şîdeta li hemberî jinan bin. Osman da zanîn lazim e fîlmê beşdar bibin aydî sala 2011 û 2012 bin û dema filman jî ji 25 deqan zidetir nebe. Osman, da zanîn ku 5 filmên sinemayî ên dirêj û yên din filmên kurt û dukomêntarî wê li ser ''Ne Bu Şîdeta Dijî Jinê'' beşdar bin.
Sêyemîn mîhrecana ''Ne Bu Şîdeta Dijî Jinê'' wê li 25'ê Mijdarê li Hewlêrê were lidarxwêstên û ji bo mawê çend roja wê berdewam biket.
DÎHA/DUHOK