Serokê Lijneya Mîhrecanê Hîwa Sûad, diyar kir ku dê li Hewlêrê di navbera 18-24'ê Îlonêde Mihrîcana Şano ya Neteweyî pêk binin. Sûad, da zanîn ku dê ji 10 welatên wekî Spanya, Îtalya, Misir, Tunus, Îran û Tirkiye beşdarî mîhrecanê bibin. Suad, anî ziman ku lîstikên şanoyê dê bên pêşkêşkirin û kom ji bo xelatan têkevin pêşbirgê. Sûad daxuyand ku mîhrecan bi sponserîya kompanîya Babîlon û her du kenalên Korek TV wê birêve biçe û ev mîhrecane wê 7 rojan li bajarê Hewlêrê pêk bê. Lîstik dê li hola Pêşewa, hola Gel, hola Mîdya, Gelerîya Şanedar, hola Peymangeha hunerên ciwan û di nava kelha Hewlêrê de bên pêşkêşkirin. 

DÎHA/HEWLÊR