Piştî rêzgirtinê endamê Desteya Bilind a Kurd Mihemed Ebo Sabir li ser girîngiya rojê axavî. Sabir di axaftina xwe de şehîdên komkujiya Qamîşlo bibîranî û diyar kir ku şoreşa li Rojava hatiye destpêkirin encama ked û xwîna şehîdên azadiya Kurdistanêye û wiha got: “Em bejna xwe li hember şehîdên Qamîşlo ditewînin û wê heta dawiyê rêya wana bişopînin. Bila hemû kes bizane ku destkeftiyên niha li Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin, encamê ked û xebata şehîd û têkoşerên azadiya Kurdistanê ne. Lewra pêwîste em li rêya şehîdên xwe xwedî derbikevîn û xeta wana ya jibo azadî û aştiya gelê Kurd û Kurdistanê bi şev û roj xebat bikin.” Piştî axaftina nûnerê Desteya Bilind nûnerên gelek parti, rêxistin û saziyên civakî peyamên xwe yên bîbîranê dan. Di hemû peyaman de şehîdên Qamîşlo hatin bibîranîn û bang li gelê Kurd hate kirin ku pêwîste ji hemû pêvajoyan zêdetir dest bidin hev û jibo jiyanek azad û wekhev têkoşîn bikin. Semînera ku ji aliyê Abdulselam Xoce û Sara Elî Hesen ve dihat birêvebirin, di navbera peyamên nûnerên partiyan de ji aliyê pêşkeşvan Abdulselam Xoce ve gelek helbest li ser şoreşên Kurdistanê hatin xwendin.
Divê hemû partiyên Rojava tevlî DBK bibin
Li ser girîngiya serhildana 12’ê Adara 2004’ê ya gelê Qamîşlo, nûnerê Meclîsa Gel a Rojava Dr. Mihemed Reşo, nûnerê Encûmena Nîştîmanî a Rojava yê Herêma Kurdistanê û endamê serokatiya Partiya Çep a Demokrata Kurd ya Sûryê Şelal Geddo û endamê polîtbûroya Yeketiya Nîştîmanê Kurdistana Sûryê Mehmûd Mihemed nerînên xwe anîn ziman.
Nûnerê Meclîsa Gel a Rojava yê Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Reşo di axaftina xwe de balkêşand ser giringiya serhildana (komkujiya) 12’ê Adarê ya Qamîşloyê û diyar kir ku ev serhildane di dîroka Rojavayê Kurdistanê de xwedî girîngiyek bê hempaye û wisa berdewam kir; “Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi awayek qehremanî li hember Rejîma Baas a Sûryê bi awayek topyekun destbi rêxistina serhildanekê kirin û yek ji wan jî serhildana Qamîşlo ya 12’ê Adara 2004’ê bû. Lê rejîma Baas li xwe ranegirt û bi awayek dij mirovahî komkujî li ser Kurdan da pêkanîn. Jibo vê jî ez dibêjim Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, miratê şehîdên Qamîşlo û şehîdên şoreşa azadiyêne. Li ser vî bingehî em wana bibîrtînin û serê xwe li hember şêhîdên Qamîşlo û Kurdistanê ditewînîn.”
Nûnerê Encûmena Nîştîmanî a Rojava yê Herêma Kurdistanê û endamê serokatiya Partiya Çep a Demokrata Kurd ya Sûryê Şelal Geddo jî da zanîn ku ew li ser navê partiya xwe ku girêdayî Desteya Bilind a Kurde da diyar kirin ku serhildana 12’ê Adarê di dîroka Rojavada xwedî girîngiyek mezine. Herwiha Geddo da zanîn ku Şoreşa îro li Rojava hatiye destpêkirin bingehê xwe ji serhildana 12’ê Adarê digre lewra em dibêjîn pêwîste hemû partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê vê firsenda dîrokî ji destê xwe bernedîn , destê yeketîyê pêktîne bidin hev û di xizmeta azadiya Rojavayê Kurdistanê de têbikoşin.
Herwiha endamê polîtbûroya Yeketiya Nîştîmanê Kurdistana Sûryê Mehmûd Mihemed jî serhildana 12’ê Adara 2004’ê ya Rojavayê Kurdistanê û Kurdên di serhildanê de jiyan xwe ji dest da bibîranî û banga yeketiya partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kir ku xeta Desteya Bilind a Kurd bingeh bigrîn. Herwiha Mihemed da zanîn ku Desteya Bilind a Kurd di nav qada navnetewî de hatiye naskirin û nûnertiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike, lewra divê hemû partiyên Rojava tevlî Desteya Bilind bibin û nehêlîn destkeftiyên Kurdan ji dest wana biçin.
DÎHA/HEWLÊR