Semîner di bin navê Zagona Zimanî û Tekoşîna Teoriyan li Hilbijartina Zimanê Fermî hate destpêkirin. Bi tevlîbuna gelek rewşenbîr, mamosta û kesên navdar ve semîner hate destpêkirin. Di semînera ji aliyê Şêxolîslamî ve hatî dayîn de li ser girîngiya zimanê Kurdî hate rawestandin. Şêxûlîslamî diyar kir kû ziman jibo neteweyekê ji nan û av giringtire. Şêxûlîslamî wiha berdewam kir: “Her netewekê birêya şert û mercên mêjoyî civakî, ziman, çandî û siyasî bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin û jibo vê jî hewil dane zagon û plana zimanê goncaw hilbijêre û bixe di qada bikarînanê (pratîkê) de.”
Di dawiyê de Şêxolîslamî di derbarê ziman Kurdî yê li Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê de jî diyar kir kû, zimanê Kurdî di aliyê buyîna zimanê goncaw de bi pirsgirêkên ciddî re rû bi rûye û wiha got: "Yek ji wan pirsgirêkan jî hilbijartin û yan ne hilbijartina yek ji şêwe zareveyên Kurdî wekû zimanê fermî yê herêmê.
DÎHA/HEWLÊR