CÎHAD HEWRAMÎ / ROJNEWS / HEWREMAN


Di dawiya werza Havîn û destpêka Payîzê de xelkê Hewramanê dest bi çinîna berhemên xwe yên havînê dike. Niha jî tirî diçinin. Yek ji jinên karê çinîna tirî dike Maycan Mihemed got; “Em jin weke erkekî asayî yê jiyanê, karê çandin û çinînê dikin.” 

Herêma Hewramanê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, xwedî xwezayeke dewlemend û xweş e. Li Hewramanê gelek cûrên mîwe çêdibin. Bi hatina Payîzê re xelkê vê herêmê dest bi çinîna berhemên xwe dikin. Her dema salê, xelkê vê herêmê bi hev re karên bax û bûstanên xwe dikin.

Jina bi navê Maycan Mihemed ku ji gundê Belxey ê Hewramanê ye, dibêje; “Bi salan e ku di dawiya Havînê û destpêka Payîzê de em li Hewraman dest bi çinîna tirî dikin. Ew tiriyê baş be em li bazaran difiroşin û didin xizmên xwe. Yê dimîne jî dikin mewîj û şerbet.”

Li ser xebitîna jinan di baxçeyan de jî Meycan Mihemed got; “Karê baxçevaniyê ne tenê li ser zilamen e. Her çend ji bo me giran e jî, belê me jî kariye weke zilaman vî karî bikin. Avdanê bikin û biçinin.”

Yek ji ciwanên xelkê gundê Belxey, Zekerya Îsmaîl jî li ser karê baxçevaniyê dibêje; “Baxçevanî û çinîna tirî û berhemên din li Hewramanê bi yek kesî nayê kirin. Hemû demên salê em bi hev re dikin. Li Hewreman Payîz taybetmendiya xwe heye ku ew jî dema çinîna berên salê ye.”