Gava ku me got, li heyvê av hat dîtin, welê li gol û deryayan nefikirin. Bi tenê li wan cihên ku çav bi rojî hîç nakevin, ango li qutbên heyvê, ava qeşagirtî heye. Em jî derewînên xelkê ne; li gorî astronoman qeşaya li qutbên bakur û başûr ên heyvê, ya avê ye. Heger wisa be, ev nûçeyeke girîng e ji bo wan proje û mîsyonên ji bo heyvê tên plan kirin, lewma ev av ji bo mêvanên ji dinyayê wê bibe çavkaniya jiyanê.

nexşekêşa mînaralojiyê ya heyvê ya NASA´yê bi pîvanên jisorêûwêde (înfrared) tê derxist ku av li qutbên heyvê heye. Ev cîhaza hanê, misyona Hindistanê ya bi navê Chandrayaan-1´ê ye ku beriya bi deh salekê berê xwe dabû heyvê.

Daneyên nû hatine analîzkirin, nîşan didin ku qeşaya avê li ser zemîna heyvê heye li çend cihan belavbûyî. ev cih jî ti carî roj li wan naxe. Pirraniya vê qeşayê jî li nêzî qutba başûr a heyvê hatiye dîtin. Li vir germahî ti carî ji -163 C° nabihure. Bi her halî bi tenê ji sedî 3,5´ê deverên zanyaran lê nihêrî, qeşaya avê hebû.

Di wêneyan de ew deverên kesk û keskeşîn îşaret bi hebûna qeşaya avê dikin. Lê ev qeşa jî ne bi serê xwe ye û tevî toza heyvê ye. Li gorî raporeke di Proceedings of the National Academy of Sciences de weşandî, ev qeşaya avê dikare weke çavkaniya ji cihê cih bê bikaranîn di mîsyonên siberojê yên li heyvê de.

 

FRANKFURT