Duh di saetên sibehê de helîkopterên tîpa Kobra û tangan taxa Yenîmahalle topbaran û bombebaran kirin û li taxê gelek mal ji binî ve şewitîn. Li taxa din a berxwedanê Turgut Ozalê jî pevçûn di navbera hêzên dewletê û berxwedêran de giran bûye. Hewldana leşker û tîmên taybet ku bikevin taxa Turgut Ozalê rastî berxwedana hêzên YPS û YPS Jinê hatin. Li taxê pevçûnen dijwar diqewimin û der barê windahiyên can de tu agahî nehat bidestxistin.
‘Li dijî berxwedanê dê bi ser nekevin’
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê li Hezexa dorpêçkirî ye, da xuyakirin ku dewletê bi pêkanîna komkujiyan re bersiv daye daxwazên demokratîk ên gelê Kurd û destnîşan kir ku êrîşên li Hezexê jî wê bi ser nekevin.
Encu diyar kir ku dewleta AKP’ê ji 7’ê Hezîranê û vir ve li dijî gelê Kurd êrîşeke giştî daye destpêkirin û wiha got: “Ji bo şerê di 7’ê Hezîranê de li hemberî gelê Kurd hat destpêkirin, wekî amûra şer ‘qedexeya derketina derve’ li Kurdistanê tê bikaranîn. Di qedexeyên derketina derve yên li Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Kerboran û Sûrê de bi sedan kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.” Encu da zanîn, ku hêzên dewletê bi komkujiyan re bersiv dane daxwazên herî demokratîk ên gelê Kurd û diyar kir, xendek û bend jî ji ber polîtîkayên qirkirinê derketin holê.
Li Geverê pêkanînên rewşa awarte
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di têketin û derketina mewkiya Yenîkopriyê ji ber pêkanînên rewşa awarte bi dehan metre li ser rê wesayît li pey hev rêz bûne. Ji aliyê Qereqola Cendirmeyan a Yenîkopriyê bêyî sedem di têketin û derketina Geverê de lêgerîn tên kirin û ji ber vê li ser rê gelek wesayît ji neçarî li pey hev rêz bûne. Li ser vê ajokaran bertekên xwe wiha anîn ziman: “Tiştekî bi vî awayî li deriyê sînoran jî çênebûye.”
ŞIRNEX/COLEMÊRG