RAMAZAN MARANKOZ GIESSEN Li bajarê Elmanyayê Giessenê Kurdistaniyê bi navê Selahattin Turgut ev salek e, tevî malbata xwe hem tûrîzm û hem jî malên Tirkiyeyê boykot dike. Turgut ku bi eslê xwe ji navçeya Mêrdînê Midyadê ye. Selahattin Turgut ê ku ji sala 1993´yan ve li Elmanyayê dimîne, terzî ye. Piştî zêdebûna êrişên dewleta Tirk, par biryara boykotê dide û bi malbata xwe re jî li ser vê yekê li hev dike. Selahattin Turgut ji Kurdistaniyên li Ewrûpayê xwest ku hemû beşdarî boykotkirina tûrîzm û malên Tirk bibe. Ji bo pêkneanîna boykotê, û hincetan Turgut got, “Hincetan ji xwe re dibînin, dibêjin, “Em timî diçin Tirkiyeyê, em nikarin ji wir qut bibin“, yan jî dibêjin, malên wan erzan in, yan jî gotinên weke “em fêrî savar û zeytûnê bûne” dibêjin. Ez jî dibêjim, ev nebin jî hedana mirov tê. Zeytûnên Îtalyayê yan jî yên Yewnanistanê dikirim. Tu ne mecbûr î malê Tirkiyeyê bikirî. Em dibêjin kesek im, ma wê çi be! Lê milyonek Kurdên li Ewrûpayê heman tiştî bibêjin, mehane bi 100 euroyî malê Tirk bikirin, ev dovîz hemû wê ji Tirkiyeyê re biçin. Ev girîng e.” Bipirsin mal ji ku tê Turgut dibêje, dema li ser malekî welatê jê tê nebe, ew ji dikanê dipirse. Beriya niha jî wî îsot kirîne ku jê re gotine yên Spanyayê ne. Lê li malê zarokan gotiye, ev îsot ên Tirkiyeyê ne, li ser vê wî dikandar hişyar kiriye, “Heger malê Tirk be tu wê bibêjî malê Tirk e.” Turgut ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê jî xwest her kes bi nirxê raya xwe zanibe û biçe ser sindoqan, lewma 100 dengên ji Ewrûpayê dikarin li metropolên Tirkiyeyê encaman biguherin.