Ji bo parastina penaberên Iraqê ku li kampa Holê ya Hesekê bi cih dibin, li ser daxwaza şêniyên herêmê, Rêxistina REMCO herêmê ji mayînên ku çeteyên DAIŞ′ê li wir çandibûn, paqij dike. Heta niha li herêma Holê 714 mayîn hatin rakirin.

Li kantonên Cizîrê û Kobanê derdora 5 hezar û 900 mayîn 

Ji bo ku penaberên Iraqê derbasî kampa Holê bibin, Rêxistina REMCO riya di navbera Holê û deriyê Recim Selîbî de 5 mayîn rakirin.

Rêxistina REMCO li cihê ku mayîn radikirin, daxuyanî da çapemeniyê. Li ser xebatên rakirina mayînan, daxuyanî ji aliyê Endamê Rêxistinê Sîpan Şêrawa ve hat xwendin.

Sîpan di destpêka axaftina xwe de, destnîşankirin ku hejmareke mezin mayînên ku çeteyên DAIŞ′ê çandibûn hatin rakirin û wiha axivî: ″Li herêma Holê 714 mayîn hatin rakirin, li ser riya di navbera Holê û deriyê Recim Selîbî de 5 mayîn rakirin. Xebatên rakirina mayînan li ser daxwaza şêniyên herêmê, hatine destpêkirin û hê jî didomin″.

Sîpan got ku Rêxistina REMCO li Kantonên Cizîrê û Kobanê derdora 5 hezar û 900 mayîn rakirine û wiha dom kir: ″Ji bo parastina penaberên Iraqê, me 5 mayîn ji riya di navbera deriyê sînor ê Recim Selîbî û Holê de ji mayînan rakirin. 

Sîpan di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên cîhanî yên rakirina mayînan kir ku bibin alîkar.


 ANHA / HESEKÊ