Bombebarana li ser bajarê Idlibê û gundewarên wê dewam dike. Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê bajarokên gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kir, li gorî agahiyên destpêkê 3 jin hatin kuştin û bi dehan jî birîndar hene.
Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên rejîmê kuştina du endamên çeteyên “Heyet Tehrîr El-Şam” di bombebarana li ser bajarê Xan Şêxûn de ragihand. Ebû Umer Temîm ê ji bajarokê Mara û Mihemed Wehîbî, fermandarê Tabûra Nuxbe yê ji Derayê ne ev kuştî.
Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi fûzeyên Grad nuqteyên rejîmê li gundewarê bakurê Hemayê topbaran kirin.
Malperên ser bi rejîma Sûriyê wêneyên nexweşxaneya Meydanî “Kumê Spî” belav kirin. Wêneyên hatin belavkirin di çarçoveya operasyonên paqijkirinê li bajarokê Keleha Medîq a gundewarê rojavayê Hemayê de hatin dîtin.
n ANHA/HELEB