Li Idlibê di navbeyna Heyet Tahrîr el-Şam û çeteyên Nureddîn Zengî de, ku yek ji pêkhateya ‘Eniya Rizgariya Netewî’ ye û di bin nîrê Tirkiyê de ye, şer derket.

Jêderên herêmê dibêjin  kome çete ya bi navê Nureddîn Zengî li navçeya Daret Îzze ya Idlibê 3 kes ji çeteyên Heyet Tahrîr el-Şam revandin û birin cihekî nediyar û ji ber ê şer derket. Jêderên herêmê gotin piştî ku rageşiyê dest pê kir ji Efrînê gelek çete bi hawara Nureddîn Zengî ve çûne, îstîxbara Tirk li Idlibê beşek ji gel li dijî Tahrîr el-Şam derxistine kuçeyan. Ji ber vê bûyera li Daret Îzzeyê di navbeyna du komên çete de şer derket. Çeteyên el-Şamê ji 2 kes ji çeteyên Nureddîn Zengî kuştin, şer vê gavê sekiniye.

 

IDLIB