Li herêma Idlib a Sûrî piştî 4 rojên agirbestê êrişên çeteyan û bombebarana rejîmê ji nû ve destpê kir. Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê artêşa Sûriyeyê doh çareke din li dijî Idlibê opersyoneke leşkerî da destpêkirin. Televîzyona dewleta Sûriyeyê beriya êrişa hewayî ragihand ku ‘komên terorîst’ ji herêma Lazkiyeyê obus avêtine baregeha leşkerî ya Rûsyayê. Di êrişa li dijî Himêmîm a cîranê Idlibê de gelek hatine kuştin lê têkildarî hejmarê agahî nehate dayîn.
Kuştin û xisar
Artêşa Sûrî di televîzyona dewletê de da zanîn ku Komên terorîst ên dewleta Tirk piştgiriya wan dike agirberst red kirine û gelek êriş li dijî sivîlan pêk anîne. Operasyona leşkerî ya artêşê wê ji nû ve destpê bike û bersiva êrişan bide.” Çavkaniyeke leşkerî ku ji ajansa nûçeyan Sanayê re axivî wiha got; “Komên terorîst doh saet 15:30’an baregeha hewayî ya Himêmîm kirine hedef û bûne sedema kuştina gelek kesan û xisareke mezin.”
NAVENDA NÛÇEYAN