Aldar Xelîl got: “Dema Erdogan hêzên xwe anîn herêmê, ne ji bo parastina çeteyan bû. Armanca sereke dagirkirina Sûriyê ye. Dixwaze herêmê ta Kerkûk û Mûsilê beriya 2023’an dagir bike. Erdogan opozîsyona Sûriyê li Idlibê firot.”
EKREM BEREKAT-SÎMA BROKÎ / ANHA/QAMIŞLO
Di hefteyên derbasbûyî de li herêmên rojavayê başûrê gundewarê Helebê û başûrê rojhilatê gundewarê Idlibê bûyerên bilez rû dan. Hêzên Rejîma Sûriyê di 24`ê Çile de dest bi hemleyekê li dijî rojavayê başûrê Helebê û başûrê rojhilat kir. Di çend rojan de hêzên rejîma Sûriyê herêmên stratejik ên mîna Meret El-Nûman, Seraqêb û tevahiya rêya navneteweyî ya di navbera Heleb-Şamê de ya ku bi navê M4 û M5 kontrol kirin. Ji destpêka hemleyê ve Rejîmê li derdora hezar û 500 km2 ji herêmê kontrol kir.
Piraniya herêmên hatine kontrolkirin, li gorî lihevkirinên di navbera misogerkerên Astanayê (Rûsya, Tirkiyê û Îranê ) ji dora Şam, Heleb û El-Xûta kom kirin û bi rêya basên kesk anîn herêmên Idlibê.
Li ser sedemên bi lez ên pêşdeçûna hêzên rejîmê endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl axivî û bersiva pirsan da.
Xelîl got: “Bûyerên li Idlibê rû didin, li gorî lihevkirinên di navbera dewletên nakok de li Sûriyê pêk tên. Lê tenê gelên Sûriyê berdêla wan lihevkirinan dide. Rejîma Tirkiyê dikare Heyet Tehrîr El-Şam tesfiye bike.”
Rûsyayê Efrîn firot Tirkiyê
Dewleta Tirk ji ber gelek sedeman rêxistinên çeteyan ava kir, destek da wan û ew bi kar anîn. Sedem ev in; Tirkiye cîranê Sûriyê ye û bi bandor e. Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan bi esasî serokê rastîn ê Ixwan Muslimîn û cîhadiyan e.
Li hundirê Sûrî jî yanî li aliyê hember, rêxistinên girêdayî Rejîmê hebûn. Wan rêxistinan bi israr çareseriyên demokratîk li Sûriyê qebûl nekirin. Nehiştin gavên demokratîk bêne avêtin û li Sûrî pirrengî bibe.
Van sedeman hişt ku aloziya Sûriyê ji 2011`an ve heta niha dirêj bike. Dewletên xwedî nakokî li Sûrî xwe li hev rakişandin û baca vê jî gelên Sûrî da. Mînak di êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê de, dewleta Tirk û Rûsya ya ku nûnertiya Sûriyê dike, li hev kirin ku Tirkiyê dev ji opozîsyona çekdar li dora Şamê yanî El-Xûta berde. Ji ber ku ev kom li ser Şamê xeter bûn. Lewra rê ji Tirkiyê re hate vekirin da ku Efrîn dagir bike. Efrîn qurbana lihevkirina di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de ye. Komên çete yên ku Tirkiyê destek dida wan û Şam dorpêç kiribûn, hatin veguhestin Idlibê. Piştre lihevkirin li du hev pêk hatin û çete ji Tedmur, Hims û Helebê hatin veguhestin Idlibê.
Rejîma Sûriyê jî ji bo paqijkirina herêmên din ên Sûriyê ji komên çeteyên girêdayî Tirkiyê hinek tawiz pêşkêş kirin û dev ji hinek beşan li bakurê Sûriyê berda.
Li ser derxistina çeteyan li hev kirine
Dewleta Tirk hêzên xwe li Idlibê kom kirin. Bi vê armanca wê ne parastina çeteyan e. Armanca wê ya sereke dagirkirina Sûrî ye. Ji ber ku li ser mijara derxistina çeteyan ji Sûriyê hatiye lihevkirin.
Erdogan hewl dide dagirkirina Sûriyê misoger bike da ku plana xwe ya duyemîn pêk bîne; avakirina komara Tirkiyê mîna dewleta Osmanî lê bi cilek nû. Hewl dide vê herêmê beriya 2023`yan dagir bike da ku plana xwe ya dagirkeriyê heya bi Mûsil û Kerkûkê temam bike.
Ew bi daxuyaniyên xwe yên dubarekirî, dixwaze îdia û xiyaneta xwe ya li komên çeteyan veşêre. Çete ji îdiayên wî bawer dikin. Ji bo zexta çeteyan a li ser xwe sivik bike wan dişîne Lîbyayê. Erdogan niha hewl dide eskerên kirêkirî yên li Lîbyayê bi hêz bike.
Dewleta Tirk dikare Cebhet El-Nusra yan jî Heyet Tehrîr El-Şam tune bike. Ji ber ku wê ava kiriye. Dikare navê wê jî biguhere. Yan jî komên din ava bike, ji ber ku Cebhet El-Nusra erkên xwe anîn cih. Tirkiyê wê komên din bi navên din ji bo pêkanîna pîlanên xwe û hebûna xwe li herêmê misoger bike, ava bike.