Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Riza Altun li ser Idlibê peyivî ji qenala Medya Haber re peyivî. Riza Altun got, li Idlibê hê tu kes bi serneketiye û destnîşan kir ku Tirkiye dewletekî welê ye ku ji têk biçe jî qareqara wê ye û dibêje, ez bi serketime. Riza Altun di Sûriyê de Idlib xaleke girîng e û wiha peyivî:"Heta ku problema Idlibê çareser nebe bi maneya rastî divê mirov ne li hêviyê be ku li Sûriyê krîza berdest çareser bibe an jî ji bo çareseriya probleman geşedaneke girîng çêbibe. Ji ber ku Idlib her wiha xwedî taybetmendiyeke wiha ye ku dikare nîşan bide bê ka problemên Sûriyê wê çawa çareser bibin. Jixwe ew qonax hatiye. Destpêkê jî me got, ji bo Sûriyê Idlib bivê nevê ye. Pêşî, dewleta berdest a Sûriyê ji bo hegemonyaya desthilata xwe bidomîne teqez divê serdestî Idlibê bibe. Ti rêyeke dî li ber tine. Li wir lihevkirinek nabe. Ya dî; ji bo cîhadîstan Idlib meseleya manûnemanê ye. Ango piştî ku ji deverên din ên Sûriyê vekişiyan Idlib cihê dawî ye ku xwe pê bigirin. Cihê dawî yê xwe pê girtinê hem ji bo armancên cîhadîstan ên di rejîma Sûriyê de û hem jî ji bo desteka navnetewî ya ji bo cîhadîstan girîng e. Cihekî wiha ye ku siyaseta ku ew rê ve dibin li wir asê bûye. Naxwe cîhadîst an wê bi pêvajoyeke siyasî rajêrî Sûriyê bibin an jî bi şer wê hebûna xwe li Idlibê bidomînin. " Weke ku serfiraziyeke dîplomatîk be nîşan dide Altûn got li Idlibê serfirazî bi dest kesî neketiye û Tirkiye tim ji têkçûnên xwe wekî serfirazî nîşan dide û wiha axivî:"Helbet, ji bo kesî ne serfirazî ye. Weke ku serfiraziyeke dîplomatîk be nîşan dide. Ev nêzîkatiya klasîk a Tirkiyê ye. Ango seraqet ji têkçûnên xwe serfiraziyan hildiberîne. Ti welat bi qasî Tirkiyê dema ku direve halanên serfiraziyê li xwe nade. Tim bi qêrînên serfiraziyê xwe li ser piyan digire. Ev wiha ye, naxwe ti serfirazî nînin. Ji ber ku têkiliyên ku ketî navê, bi dilê Rûsyayê, Îranê û rejîmê ne. Ev girîng bû." NAVENDA NÛÇEYAN