Li Idlibê bi hezaran kes piştî nimêja Înê bi qîrîn dirûşma "Xayin Tirkiye" û "El Şaab yurîd iskat el nîzam (gel dixwaze rejîm hilweşe)" gotin û ber bi sînorê Tirkiyeyê ve meşiyan. Leşkerên Tirk êrîşî xwepêşandêran kirin. Xwepêşandêran jî bi keviran bersiv dan leşkerên Tirk.

Çalakger ber bi Deriyê Sînor ê Bab El Hewa yê Hatayê ve meşiyan. Leşkerên Tirk bi gaza îsotê êrîşî xwepêşandêran kirin û fîşekên rastî li hewayê reşandin. Xwepêşandêran jî bi keviran bersiv dan êrîşa leşkerên Tirk. Ji ber êrîşa leşkerên Tirk gelek xwepêşandêr birîndar bûn.

Wesayitên şîrket û saziyên Tirkan ji aliyê xwepêşandêran ve hatin qulipandin. Di heman demê de ji navçeya Reyhanli ya Hatayê jî hin xwepêşandêran xwestin ber bi deriyê sînor ê Cîlvegozu ve bimeşin.

Piştî ku navçeya Xan Şêxûn a Idlibê kete destê rejîmê, û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li Moskowayê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re li hev kir, ku komên çete yên li Îdlibê ji hev cuda bike û tasfiye bike, xelqê Idlibê nerehet bû.

 

ANF / ÎDLIB