Piştî diyalogên Rûsya-Tirkiyê li Soçiyê der barê Idlibê de, topbarana hêzên rejîma Sûriyê li ser “herêmên bêçekkirî” zêde bû. 

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîma Sûriyê bi moşekan “hêrêmên bêçekkirî” topbaran dike.

Doh danê sibê, çend moşek li Xanşêxûn, Temanea, Tereyî, Meret Naman ên aliyê başûrê bejahiya Idlibê ketin. Her wiha derdora Naciyê ya gundewarên Cisir Şixûr, deverin din ji Cebel Ekrad ê bejahiya bakurê Laziqiyê jî hatin topbarankirin.

Li gorî Ajansa SANA`yê ya rejîma Sûriyê, yekîneyên artêşa Sûriyê yên li bejahiya bakurê Hemayê bersiva binpêkirinên komên terorîst da ku lihevkirina der barê herêmê de binpê dikin. Bi vê yekê depoyeke cebilxaneyê û baregehên wan yên li bejahiya Idlibê hatin rûxandin.

2 teqînên mezin pêk hatin

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li bajarê Îdlibê du teqîn çêbûn. Di teqînê de herî kêm 13 kes hatin kuştin. Îdlib di bin kontrola Heyet Tahrîr El Şam de ye, ya ku rejîma Tirk piştgirya wê dike. n IDLIB