Piraniya tîmê ji ciwanên Kurd ên ji Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, hin Îngilîz û yek jî ji Tûnisê pêk tê. Ev kluba sporê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Kurdistaniyên li derdora Brightonê piştgirî didin tîmê.
Xebatên amadekariyê yên ciwanên Kurd ji bo Lîga Sussex Sunday Football a ku bi beşdariya 65 tîman dê pêk bê berdewam dikin. Sekreterê Klubê Rêzan Baksî der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ciwanên Kurdistanî dixwazin serkeftineke mezin bi dest bixin. Baksî ragihand ku her hefte ciwanên Kurd ji bo fûtbolê li hev diciviyan û nêrîna avakirina tîmê jî ya Cevat Baksî yê ku niha menejerê tîmê bûye. Baksî got; “Me ji Sussex Kurdish Community re behsa avakirina tîma xwe kir. Communty jî serlêdanên pêwîst kir û piştre me bi fermî Kuluba Sussex Med Footballê vekir.”
Baksî diyar kir ku wana navê Med, ji pêşiyên Kurdan Medan wergirtiye û got; “Me ala Kurdistanê ji xwe re weke logo destnîşan kir. Baksî got ku ew dixwazin bi awayeke herî baş weke ciwanên Kurd ên lI Brightonê Kurdistanê temsîl bikin.
ANF/BRIGHTON