Piştî darbeya 19´ê Tebaxê ya li dijî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê, gelê Kurd û Kurdistanî li qadan in; desteserkirina vîna xwe qebûl nakin.

Dewleta Tirk a dagirker, 19´ê Tebaxê ragihand, dest datîne ser şaredariyên Kurdan ên Amed, Wan û Mêrdînê. Li dijî vê darbeya li dijî îradeya gelê Kurd, Kurdistanî du roj in, li qadan nerazîbûna xwe diyar dikin.

Li Amedê ji Duşemê ve ango ji dema desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin û vir ve çalakiyên protestoyî û êrîşên polîsan didomin. Polîsên Tirk îro jî êrişî çalakiyan kirin. Xelqê Amedê jî bi biryardarî li ber xwe dide.

Tevî dorgirtina polîsan jî gelek endamên HDP’ê û şêniyên bajêr serê sibehê li hev kom bûn. Girseyeke gel li kolana Lîseyê xwe gihandin ber bendên polîsan û bi qîrîna dirûşman nerazîbûn nîşan da. Polîsên Tirk jî êrîşî çalakgeran kirin.

Di dema êrîşê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglû, Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan ji bo daxuyaniyê ragihînin li ber dirûşman xwe gihandin qada çalakgeran. Sezaî Temellî diyarkir ku ew ê darbeyê qebûl nekin, her roj li meydanan bin.

Polîsan careke din êrişî girseyê kirin, lê ji bo Temellî û yên pê re li çepikan xistin û dirûşme gotin. Lê belê girseya gel kolana Lîseyê neterikand û çalakiya protestoyî domand. Di dema êrîşê de Parlametnera HDP’ê Ayşe Acar Başaran birîndar bû. Endamên partiyê Başaran birin nexweşxaneyê.

Piştî ku Temellî daxuyanî ragihand, girseya gel bi qîrîn dirûşme gotin û polîsên Tirk careke din êrîşî gel kirin. Girseyê li ber xwe hejmarek kurdistanî birîndar bûn.

Beşek girseyê ji vir berê xwe da Anit Parkê ku lê avahiya walîtiya dagirker heye.

Girseyekê jî berê xwe da taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê û meşiya. Girseya berê xwe da Parka Koşûyolûyê meşa xwe li Baxlerê domand. Li kolanên Amedê xwepêşandan didomin.

Li Mêrdînê HDP’iyan rê

li trafîkê girt

Piştî ku Wezîrê Karê Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdînê kir, li Mêrdîn jî gelek  endam û rêveberên HDP’ê xwestin bimeşin avahiya Şaredariyê. Polîsan bi ava şid mudaxaleyî girseya HDP’ê kir û girseya HDP’ê jî li ser rê çalakî li dar xistin û bi dirûşmeya “Zor nikare bi me” rê li trafîkê girtin.

Çalakgeran rêya Navbera Qoser û Mêrdînê li trafîkê girtin. Li dijî êrişkariya polêsên dagirker jî çalakgeran dengê xwe bilind kirin û çalakiya xwe li ser rê dewam kirin.

 

Li Wanê Yek jê wekîl du kes birîndar bûn

Li Wanê polîsên Tirk êrîşî çalakiya li dijî desteserkirina şaredariyê kirin. Ji ber êrîşê wekîlek û çalakgerek birîndar bûn.

Li dijî desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP’î li Wanê parlamenterên herêmê, hevşaredar û rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyan xwestin bimeşin.

Girseya gel hewl da ji avahiya partiyê heta Parka Feqiyê Teyran bimeşe, lê belê polîsên Tirk bi ava şid û ço êrîş kirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç û çalakgerek ji ber êrîşa polîsên Tirk birîndar bûn. Kurdistaniyan çalakiya xwe domandin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Demokrasî fikaran dike

 

Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Cihî ya Konseya Ewrûpayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, ji ber bi qeyûman dagirkirina li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ew gelekî bi fikar in.

Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Cihî ya Konseya Ewrûpayê (KONGRE) di nerazîbûna xwe de diyar kir ku pratîkeke bi vî rengî zerareke mezin dide karê baş ê demokrasiya cihî. Serokê KONGRE’yê Anders Knape bi daxuyaniyeke nivîskî got, ji ber tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ew gelekî bi fikar in.

Anders, bal kişand ser fikarên heyî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şaredarên hilbijartî yên bajarên Amed, Mêrdîn û Wanê, ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Fikarên xwe yên giran der barê vê de didim zanîn. Şaredar di hilbijartina 31’ê Adarê de hatin hilbijartin ku KONGRE’yê jî ew hilbijartin şopand. Ev pratîk birêveçûna demokrasiya cihî ya bi rengekî baş, dixe nava fikaran.”

Berdevka Konseza Ewrûpayê Maja Kocijancic jî bi navê Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlekarî û Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Federica Mogherini, daxuyaniyek weşandibû û diyar kiribû ku desteserkirina şaredariyan zerarê dide demokrasiya cihî.

 

BRUKSEL