“Pirsgirêka Kurd bi şer û tundiyê nayê çareserkirin. Ez gelek kêfxweş im ku HDP ji bo pirsgirêka Kurd bûye hêvî û ji bo çareserkirinê rol û misyon girtiye ser milê xwe. Li vî welatî pêwîstî heye ku her kes bi nasname û zimanê xwe bijî.“
Wezareta Karê Hundir a dewleta Tirk 19’ê Tebaxê şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê dagirkirin. Paşê şaredariya Pasûr a Amedê û şaredariya Qereyazi ya Erziromê jî hatin dagirkirin. Ji bo şermezarkirina dagirkirin û tayînkirina qeyûman HDP, DBP û hemû derdorên demokrat ji 19’ê tebaxê ve li qadan li ber xwe didin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Nobeta Demokrasiyê di roja 50. de dewam dike. Parlamentera Demokratên Civakî (SPD) a Parlamenta Federal a Elmanyayê Kirsten Luhmann, ji bo piştevaniya bi gel re çû Amedê.
Kirsten Luhmann, nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman da û diyar kir, ku tevî dorpêça polîsan a li ser gel jî Kurd xwedî li îradeya xwe derdikevin.
Li dijî qeyûman bi Kurdan re me
Kirsten Luhmann anî ziman ku ew pêvajoya dagirkirina qeyûman ji nêz ve dişopînin û wiha axivî: “Ez gelek kêfxweş im ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de Hevşaredarên Kurd hatin hilbijartin. Ez di vî alî de bi hêvî û bawerim ku ji bo aboriya van bajaran sererast bibe, hevşaredar ji dil û can wê bixebitin. Li hemberî tayînkirina qeyûman yên li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ez nerazî me. Ji bo piştevaniya bi Hevşaredarên Kurd re ez pêr li Mêrdînê bûm û îro jî li Amedê me. Em gelek xemgîn û nerazî ne ku kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin nikarin derbazî avahiya şaredariyê bibin. Ez jî weke çalakvanekê li Amedê me û li dijî qeyûman bi Kurdan re me.”
Parlementer Kirsten Luhmann di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li dijî dagirkirina qeyûman Kurd xwedî li îradeya xwe derdikevin û got: “Ji ber zextên dewletê em nikarin biçin li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakiyê pêk bînin. Em li cihekî dûrî şaredariyê di çalakiyê de ne. Ez gelek bi hêvî me ji ber ku jin, zarok, ciwan, mêr û kalemêr li vir in û li dijî qeyûman dengê xwe bilind dikin. Kurd xwedî li îradeya xwe derdikevin. Lê belê tişta min bêzar jî dike hejmara zêde ya polîsane. Hemû rêyên tên qadê ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin.
Lazim e her kes bi zimanê xwe bijî
Kirsten Luhmann di dawî de diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd tenê bi rêyên demokratîk û aştiyane dikare bê çareserkirin û got: “Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye. Divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Pirsgirêka Kurd bi şer û tundiyê nayê çareserkirin. Ez gelek keyxweşim ku HDP ji bo pirsgirêka Kurd bûye hêvî û ji bo çareserkirinê rol û misyon girtiye ser milê xwe. Li vî welatî pêwîstî heye ku her kes bi nasname û zimanê xwe bijî.”n AMED