Ji ber barana zêde li Îranê lehî rabû û bakurê welêt di bin avê de ma. Ev bi rojan e ku li Îranê bê navber baran dibare. Ji ber barana zêde roja şemiyê li eyaletên Gulistan, Xoresan, Mazenderan, Kuzistan, Gîlan, Şîraz û Loristanê  avê da ser gelek bajaran. Li gorî çavkaniyên herêmî heta niha 43 kes li ber lehiyê çûne û mirine. Lê belê hê jî bîlançoyeke fermî nehatiye eşkerekirin. Li gorî agahiyan, dibe ku ev hejmar zêdetir bibe. Li Şîrazê herî kêm 11 kes mirine, li Loristanê jî herî kêm kesek miriye û rêya gelek gund û bajarokan jî li çûnûhatinê hatiye birrîn.

Elektrîka 40 gundan qut bûye

Hate ragihandin ku li gelek deverên bejahiyê elektrîk qut bûye û pirsgirêka ava vexwarinê derketiye. Rayedaran ragihand ku elektrîka 40 gundan qut bûye.

Êşa gel êşa me ye

KODAR’ê jî li ser karesata lehiyê daxuyaniyek da. KODAR’ê diyar kir ku ew ji ber lehiyê xemgîn in û êşa gel hildigirin û got, “Serdema Şah, rejîma Îranê jî di nav de li Turkmen Sahrayê li ser gelan ev 40 sal in polîtîkayên cihê tên kirin. Ev lehî ji ber polîtîkatên taybet pêk hatiye. Lehî diyar dike ku rejîma Îranê bi berpirsyarî nêzî van herêman nabe. Em weke KODAR diyar dikin ku êşa gel, êşa me ye û bang dikin ku bila alîkariya gelê Rojhilatê Kurdistanê, Îranê, Turkmen Sahrayê were kirin.”

 

ANF/TEHRAN