
Komên El Qaîdeyî yên bi çekên giran û sofîstîk, li hemberî hêzên YPG'ê wendahiyên giran dan û ji gelek herêman hatin qewirandin. Welatên herêmê jî, careke din bi partiya herî mezin a Rojaayê Kurdistanê PYD'ê re dest bi danûstandinên fermî kirin.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm ku yekemcar di 25'ê Tîrmehê de li Tirkiyê di asta fermî de li Stenbolê hat qebûlkirin, di destpêka vê hefteyê de li Tehranê hat qebûlkirin. Muslîm li ser vexwendina Wezareta Karên Derve ya Îranê çû Tehranê û li vir di asta bilind de hin hevdîtin kir.
Sedemên nêzîkbûna Kurdan û Îranê
Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm ji ANF'ê re peyivî û behsa sedemên lidarketina hevdîtineke bi vî rengî kr. Muslîm da xuyakirin ku Îran di mijara Sûriyeyê de 'roleke mezin dileyze' û destnîşan kir ku di nava dewletên herêmê de welatê ku piştgiriyê dide rejîma Sûriyeyê Îrane û got, "Îran ji destpêkê ve bi bûyer û pêşketinên li herêmê re eleqedar e. Bi awayekî cidî nêzî mijarê dibe. Ev pêwendiya xwe ya li Sûriyeyê, me jî eleqedar dike û me nêzî hev dike."
Hevserokê PYD'ê da xuyakirin ku sedema duyemîn a lidarketina vê hevdîtinê jî 'êrîşa giran' a Selefiyan a li dijî Kurdan e. Muslîm êrîşên Selefiyan ên li gelek qadên cîhanê bibîr xist û destnîşan kir ku Îran di vê mijarê de jî 'girîng' e.
Ji Îranê soza piştgiriyê
Muslîm diyar kir ku 'pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn deng vedide, her kesî eleqedar dike' û got, "Lewma em vexwendin. Wezareta Karên Derve û rayedarên payebilind em vexwendin. Me bi mirovên payebilind re hevdîtin kirin." Muslîm ragihand ku wan di hevdîtinê de bi giranî rewşa giştî ya li Îranê û hebûna Selefiyan a li vî welatî nirxandine û got, "Weke gelê Kurd me behsa daxwazên xwe kir. Me nêrînên xwe diyar kir. Wan jî nêrînên xwe anîn ziman. Nêrîna hevpar ew bû ku diyalog dewam bike. Wan gotin, ewê bi me re di nava piştgiriyê de bin."
Hevserokê PYD'ê da xuyakirin ku ev hevdîtin civîna "hevnasînê" bû û anî ziman ku Îran sekna wan a li dijî Selefiyan mafdar dibîne. Muslîm diyar kir ku Îran daxwazên Kurdan jî 'gelekî normal' dibîne û got, "Rejîma niha û ya dema pêş çi dibe bila bibe, wan gotin ku ew daxwazên me mafdar dibînin. Ew ne alîgirê parçebûna Sûriyeyê ne, ji xwe em jî ne alîgirên parçebûna Sûriyeyê ne."
Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi Îranê re wê dewam bikin û anî ziman ku diyaloga wan a bi Tirkiyê re dewam dike, deriyê wan ê bi Rûsyayê re ji xw vekiriye. Muslîm destnîşan kir ku eger gengaz be ew dixwazin bi Erebîstana Siûdî û Qatarê re jî hevdîtinê bikin û got, "Em dikarin li deriyê wan bidin. Ew piştgiriyê didin Selefiyan. Eger em firsendê bibînin, emê ji wan bipirsin ka ji Kurdan çi dixwazin."
Deriyê sînor ê Sêmalka girtî ye
Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm ragihand ku deriyê sînor ê Sêmalka yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de hînê girtî ye û diyar kir ku li ser zêdebûna nerazîbûnan rayedarên Herêma Kurdistanê ya Federal îdîa kirine ku deriyê sînor vekirî ye.
Muslîm da xuyakirin ku wan gotinên xwe yên divê were gotin, beriya niha anîne ziman û nîqaşa heyî jî di nava Herêma Kurdistana Federal de tê kirin. Muslîm bibîr xist ku li ser zêdebûna nerazîbûnan rayedar neçar mane daxuyaniyê bidin û îdîa bikin ku derî vekiriye û got, "Derî girtî ye. Hînê venebûye. Divê bazirganî karibe bê kirin. Gelo ji wê pira li wir çê kirine, vê cejnê çend wesaît derbas bûn? Dema em dixwazin alavên mîna dermanan derbas bikin, me radiwestînin. Destûr ji çûn û hatina mirovan re nayê dayîn. Nahêlin alîkarî bên derbaskirin. Eger nexweşek çend rojan tê rawestandin, ji vê re nikare bê gotin ku derî 'vekirî' ye. Di pratîkê de têl li ser sînor nekişandine, lê destûrê nade kes jî derbas bibe. Divê derî ji bo gelê me bi her awayî vekirî be."
Bêdengî dibe sedema fikaran
Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm li hemberî bêdengiya hêzên navnetewî, herêmî û hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ya Federal a li pêşberî komkujiyên El Qaîdeyê li sivîlan dike, nerazîbûn nîşan da û got, "Nedayîna nerazîbûnekê, fikaran diafirîne. Em dikevin nava fikar û gumanan ku van hêzan hemûyan li hev kirine yan na."
Di navbera 31'ê Tîrmeh û 1'ê Tebaxê de komên ser bi El Qaîdeyê êrîşî bajarokên Til Hasil lû Til Eran ên Helebê kiribûn û di encamê de herî kêm 70 Kurdên sivîl bi hovane hatibûn kuştin.
Yên ev komkujî kirin, ji bo komkujiyên nû û destavêtinan fetwa dan û li mizgeftan anons kirin. Rûsya ne di nav de, ne welatên Misliman, ne welatên Yekitiya Ewropayê ku îdîa dike xwedî mafên mirovan e, ti welatan komkujî şermezar nekir.
Hefteya pêş diçe Tirkiyeyê
Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm da xuyakirin ku ewê di hefteya pêş de bê Tirkiyê û anî ziman ku di hevdîtina 25'ê Tîrmehê de wan soz dane ku careke din hevdîtinê bikin. Muslîm got, "Hingî me soz dabûn. Wan gotibûn werin. Her du aliyan jî dixwest." Muslîm der heqê dem û cihê hevdîtinê de agahiyeke zelal neda û diyar kir ku dibe hevdîtin li Enqerê pêk were. Muslîm got, "Daxwaz ji Wezareta Karên Derve hat, lê ne diyar e ku bi kê re hevdîtinê were kirin."
MAXÎME DEMÎRALP/ANF/AMSTERDAM