Li paytexta Îranê Tehranê şeva din dereng çend teqînê nû çêbûn û hat ragihandin ku ji ber teqînan li hin deveran elektrîk qut bûye. Li gorî medyaya xwecihî şeva din li paytextê hin teqînên nû çêbûne. Ji ber teqînan elektrîk qut bûye. Li gorî ajansa Mehrê bandor li ser bajarên Garmdareh û Qudsê jî bûye. Qenela televizyonê ya El Erebiye jî ragihand ku depoya fuzeyên Zêrevanên Şoreşê bûne hedef. Hêjayî gotinê ye, di van hefteyên dawî de li Îranê teqîn çêdibin; 7'ê Tirmehê jî li fabrîkayeke li başûrê Tehranê teqîn çêbû û 2 kes mirin. Şemiya bihurî jî li bajarê Ahwazê santrala kehrebayê ya El Zarkan teqiya. Di teqîna li bakurê Tehranê de jî 19 kes mirin. 2'ê Tîrmehê jî li santrala nukleerî ya Natanzê teqîn çêbû û bû sedema xisar û ziyaneke mezin. Li ser sedem teqînan heta niha agiyeke berbiçav nehatiye dayîn. Lê tê îddîakirin ku li pişt êrişan Îsraîl heye. Tê gotin, armanca êrişan jiholêrakirina sîstema Îranê ya dewlemendkirina ûranyûmê ye. ANF/TEHRAN