Li başûrê paytexta Îranê Tehranê, li febrîqeyekê doh destê sibehê teqînek çêbû. Hate ragihandin ku di teqînê de 2 kes mirine, gelek kes jî birîndar bûne. Li gorî medya xwecihî, teqîn li bajarê Bakerşahrê qewimî ku bi 50 kîlometreyî li başûrê paytext Tehranê ye. Rayedaran ti daxuyanî nedan. Li ser sedema teqînê û febrîqeya ku teqîn lê çêbû agahî bi dest neketin. Di nava du hefteyan de cara duyemîn e ku li paytextê teqîn çêdibin. Yek ji wan li nêzî navendeke leşkerî pêk hat. Roja Pêncşemê jî li santrala nukleerî ya Natanzê teqînek pêk hat û xisareke mezin lê bû. Li vê santralê febrîqeya dewlemendkirina ûranyûmê ya girîng heye. Gelek çavkanî Îsraîlê ji van teqînên dema dawî çêbûn, berpirsyar dibînin. ANF/TEHRAN