Li Îranê mirina ji ber vîrûsa Korona dewam dike. Li gorî daxuyaniya rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hejmara mirovên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan 92 kes in. Her iwha 2922 kes jî bi vîrûsê ketine. Serokê Yekîneya Têkiliyên bi Gel re û ya Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanûş Cîhanpûr êvarê li Tehranê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 15 kes ji ber vîrûsa Koronayê mirin.
Vîrûsa Korona piştî Çîn û Koreyê herî zêde li Îranê belav bû. Li 30 ji 31 eyaletên Îranê nexweşên bi vîrûsê hatin tespîtkirin. Tê gotin ku hejmara qurbaniyan û ya nexweşên bi vîrûsê ketine ji daxuyaniyên fermî zêdetir e.
Wezîrê Bazirganî, Maden û Pîşesaziyê ya Îranê Riza Rahmanî, Wezîrê Tenduristiyê Îraj Harîrcî, Berdevkê Hikumetê Alî Rebîî, Şêwirmenda Serokkomar Masûme Îbtîkar û gelek parlamenter bi vîrûsa Korona ketin.
Îranê ji ber şewbê destpêkê dibistan û saziyên dewletê xist betlaneyê. Piştî ku hin parlamenter bi vîrûsê ketin û parlamenterek ji ber vîrûsê mir, karên parlamentê jî heta demeke nediyar hate raweestandin. Herî dawî biryar hate dayin ku nimêja Înê neyê kirin. Ev yek jî cidiyeta şewbê ya li Îranê radixe pêş çavan.
ANF/TEHRAN