Îran yek ji wan welatên li Rojhilata Navîn e ku gelên lê dijîn xwedî dîrokeke tekoşînê ne. Rolê gel û pêkhateyên Îranê di qonaxên cuda de ber bi ça bûne, hem di teşegirtina desthilatê de hem jî di têkoşîna beramber wan de karîger bûne. Di hilweşandina rejîma şahî li Îranê û dûvre jî xwedî helwest, serhildan û dîrok in. Lê hinêk hisûsên ku rejîm bi salan e li ser wan ferz kirine, nehîştiye encameke erênî bi dest bixin. Herçî siyaseta kevin e ku li ser civak hatiye ferzkirin, anha jî berdewam e. Meriv dikare bêje ku krîz derdixin û desthilatdarî dikin. Bi wî rêngî navbera gelan û pêkhateyên cuda cuda de nakokî alozî û şer derket û heya niha jî berdewam e. Piştî şoreşa gelan ê Îranê kesê ku ji nakokiyan feyde dît rejîm bû. Partî û rêkxistinan ketin qirika hev û bi hev re şer kirin, bi vî hawî lawaz ketin û rejîm êrîş bir ser wan û mecbur man welat bi cih bihelin. Heçî di zindanan de bûn êşkence lê hat kirin. Hin ji wan jî xwe xistin quncikekê û ketin înziwayê.
Esas çareseriya pirsgirêkan bi nasîna pirsgirêkan mimkun e. Heçî pirsgirêk û girêkên siyasî û civakî nebînin nikarin çareserî jî bixuliqînin. Partî û rêkxistinên çepgir, sosyalîst, demokrat û neteweyên cuda ku mecbûr man welatê xwe biterikînin peyder pey ji civakê qut bûn û ji rastiya xwe û civaka xwe dûr ketin. Daxwaz û pêdiviya civakê ma li ser kaxizan. Lê gera cavakê ku dixwest alternatîfekî nû bibînin, bi dawî nebû. Heçî partî û rêkxistinên berê bûn ku di dema xwe de karîbûn civakê bixin tevgerê niha nikarin bibin bersiv ji gel re. Lê belê potansiyala civakê hê jî sax e û nexasim jin û ciwan dikarin di vî warî de bi erk û roleke girîng rabin.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî heman pirsgirêkên navborî ji yên din ne kêmtir e. Yek taybetmendiya Kurdan ev e ku ti caran dev ji berxwedan û şoreşê bernedan.Lê rêkxistinên heyî nikarîbûn jê re bibin bersiv. Halî hazir jî nakokiyên di navbera partî û rêkistinên Kurd de dike ku gel ji wan bê hêvî be. Nakokî dibe sebeb ku parçe bibin, ji welat dûr bikevin û gel tenê bimîne û gel bi rê û rêbazên xwe bikeve nav gerîna alternatîfek din.
Li ser vê yekê PJAK pêwîstiyeke demê bû ku ji bo bibe bersiva civakê. Piştî xebat û hewldanên çendîn salan gihaşt vê qenaatê ku li gel Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêwîstî bi nefeseke nû heye. Wekî rêbaz jî rêya çareseriyên nakokiyan têgihiştina hevûdû û fêrbûna usûla demokratîk û hev qebûlkirinê dizane. Piştî vê yekê jî dibe ku ji bo rêka çareseriyê li her derê ji bo dîyalogê hewl bidin. Anha di demekî wiha de ku guhertin û veguhertina Rojhilata Navîn li dar e, pêwîst e hêzên demokrat û çep bikaribin bi hev re ji bo çareseriyê hewl bidin.
Halî hazir li Îranê dîsa hin aliyên cuda hene ku dixwazin li gorî xwe guhertineke çêkin. Lê eger dîsa rêkxistinan wekî berê ezmûna kevn dubare bikin û di xwe de israr bikin ew ê bibe trajedî. Mirov dikare tiştên pêwîst ji bo Kurdistan û Îranê bi çend xalan wiha rêz bike;
Ji bo me tiştê esas ev e ku li Kurdistanê hêzên Kurd çi bawerî çi îdeolojiyên cuda be di yek bereyê de hevgirtî bin.
Di nav hêzên Kurd de avabûna bereya çep.
Li Îranê ji bo pûçkirina rejîmê avakirina bereya gelan.
Di nav tevahiya Îranê de hêzên çep, sosyalîst, femînist, demokrat, anarşîst bikaribin beranber pêwîst e li dijî rejîmê bereyeke berfireh ava bikin.
Pêşiya her tiştî û gotina dawî divê em hevûdû fêhm bikin û qebul bikin.