
Temenê rojnamevantiya jinan li Îranê nêzî 104 sale. Li gel hemû zext û zoriyên rejîma Îranê, ev qad bûya qada tekoşîna li hember zihniyeta rizî a desthilatdariya şah û meleyan. Rojnamevan Madura Aso yek ji wan rojnamevanane ku bi salane di vê qadê de têdikoşe. Me pirsî û Madura Aso bersiv da pirsên me.
Çend sale hun di nav vê xebatê de ne? Çima we rojnamevantî hilbijart?
Ev 5 sale ku ez di nava vê xebatê de cîh digrim. Di civaka ku ez tê de mezim bûm zextek pir aşkera û kûr ji hêla hêzên desthilatdar ve li ser jinê dihat meşandin. Heya roja îro jî ev rewş berdewame. Min ji kûr de ev êş hîs dikir, nifret û hêrsa min li hember sîstema komara qaşo Îslamî ya Îranê zêde dibû. Ya rastî ev nifret gelek caran dibû sedema lêgerînên min ji bo çareserkirin wan pirsgirêkan pêş bikeve. Eleqeyek min bi xwendinê re hebû. Nivîsandina fikr û hestên ku di min de çêdibun her timî bi min xweş dihat. Dema ku fikr çêdibe pêwîste were nivîsandin nexwe wê bemire û ji holê rabe. Bi demê re xeyalê min hîn mezintir bûn û ji bo ku ez bikaribim kêm be jî di mijara jinê de hinek gavan bavêjim ketina nava vê xebatê çêbû. Ya rastî di mijara rojnamevantî û her wiha nivîskariyê de em weke jin di astek pir lewaz dene, Ji ber wê sedemê ez difikirim ku di wê qadê de û bi taybet beşa nivîskî de divê em hîn qelema xwe bihêztir bikin. Derveyî wê jî, xebatê nivîskî di hêla fikrî de kûrbûnek mezin di mirov de çêdike û di hêla rûhî de jî huzûrek ku ez nikarim pênase bikim dide. Xebatek balkêş û dewlemende. Di vî xebatî de heger mirov xuliqkar be ticar dubare çênabe, hertim bi surpirîzan re dagirtîye.
Ewqas sansur û astengiyên li ser medya û çapemeniyê di hilbijartina vî karî de çavê we ne tirsand?
Ya rastî, di Îranê de azadiya beyan (raderbirîn) û fikir tineye. Ji ber wê jî em nikarin bêjin ji ber rewşek bi vî rengî heye bila kes gotin neke, nenivîse û nehizire. Ev dijî cewherê mirov e. Mirov hebûneke ku dihizire û beyan dike. Ji ber wiya jî rejîma komara îslamiya Îranê ji hizirandin û beyana azad a mirovan pir ditirse. Ji ber ku berovajî xwezaya civakê û mirovan hereket dike. Însan her çiqas nehizire û cesareta xwe îfadekirinê peyda neke, ew qas dibe koleyê sîstemê. Sîstem jî wiya dixwaze û hewl dide da ku wî şêwazê jiyanê (ku ne hêjaye mirov navê jiyanê jî lê bike)li ser civak û ferdê Îranî bisepîne. Jixwe sansor û qedexeyên ku derdixe jî ji wê siyasetê çavkaniya xwe digre. Da ku civak di tarîtiyê de bimîne. Roj nîne ku çapemenî rastî êrişên sîstemê neyê. Niha gelek xebatkarên ragihandinê di zîndanên komara îslamiya Îranê de, bi salane bi tawana ku xwestine civakê hişyar û agahdar bikin, tên ragirtin. Astengî hene, lê ev nayê vê wateyê ku ji ber wan astengiyan xebat bên sekinandin. Karê rojnamevantiyê karek zehmet û zore. Gelek caran em bûn şahîdê mirin û birîndarbûna gelek rojnamevanan jî. Di kurdistanê de jî ev bi vî rengiye. Gelek hevalên me yên rojnamevan hene ku bi cesaret û eşqek pir mezin hewl dane xebatê xwe baş bikin û heta canê xwe li ber vê rêkê de fedakirine. Ev yêk di Îranê de jî wihaye. Zehmet û bi rîske. Lê em di vê baweriyê dene ku çi dibe bila bibe divê ev xebat di asta ku şoreşê çêbike de were meşandin.
Rojnamevaniya jinên Îranê di kîjan astê de ye?
Nêzî 104 sale ku li ser temenê rojnamevantiya jinê di Îranê de derbas dibe. Bêguman ev tecrûbeyên ku di wê qadê de hatine qazancirin ne hindikin û ev bedelên ku hatine dayîn jî ne kêmin. Lê pirsgirêka esasî ya wan xebatkar yan jî xeta weşana giştî a çapemenî-weşana jinê di Îranê de eve ku ticar nikarin bi awayek xweser û qut ji fikrê desthilatdarî û zilamê kar û xebatan pêşve bibin. Şerê ku li hember sîstemê jî dikin bê encam dimîne. Ji ber ku weke zêhniyet nagirin dest, weke sazî an jî şexs li mijara desthilatdariyê mêze dikin. Bo mînak di beriya şoreşa 79”an hemû çapemeniya jinê an jî yên qaşo mafê jinan diparastin bera xwe dabûn Şah û êrişî wî dikirin. Lê me dît ku Şah jî çû û sîstema wî jî ji holê rabû; lê pirsgirêka jinê çareser nebû. Berovajî hîn xirabtir û xirabtir jî bû. Bi dîtina min astengiya esasî ya ku pêşiya xebatên ronakbîrî û ragihandinê jî disekine eve. Mirov dikare bêje ku di van salên dawiyê de xeta fêminîstên lîbiral bûye navenda weşan û propagandayê ragihandina jinê di Îranê de. Bi dîtina min ne şaşe ku em di xeta weşana xwe de cîh bidin hemû beşên jinan, li ser kîjan ferast û hizrîbin jî zêde girîng nîne; her wiha em dikarin ji berhem û tecrûbeyên hevdû jî sûd bigrin û ragihandin dikare vî rolî baş bigerîne. Lê mijara ez rexne dikim û weke şaşitiyekî dibînim eve ku teqlîd çêdibe. Ticar pirsgirêka jina ku di Ewrûpa de jiyan dike û ya di Îranê de jiyan dike wek hev nabe. Raste ku em li hember heman zêhniyeta zilamsalar şer dikin. Lê rê û rêbazên ku li wê derê bikar tê li gel yê vê derê pir ferq heye. Derveyî wiya jî, ti civak hemû jin nînin. Cûdabûnên çandî û hwd. Pir zêdene. Evna hemû di astekî jor de li ser çareserî an jî neçareserkirina pirsgirêka jinê de bibandorin. Nabe ku çi di civaka Fransa de pêk hatiye, em di civaka Îranê de jî bendê bin ku were jiyankirin. Dibe di asta îstîsna de hebin lê mijar an jî naveroka esasî tiştek dine.
Li gel ewqas potansiyela jî, li Îranê çima rengê jinê di çapemeniyê de tine ye yan jî di bin siya mêr de ye?
Sîstema komara Îslamî ya Îranê zilamsalar û dijber jin e. Her cure rêk û rêbaz bikar tîne da ku jinê bêdeng û bêreng bike. Hewl dide jinê di nava çar dîwarên malê de û nava rengê reş de bifetisîne. Raste, potansiyela jinê pir zêde ye. Pêşengtiya 3 şoreşên mezin û gelek guhertin û weguhertina kiriye. Her hewl daye mohra xwe ji pêşveçûnên girîng di Îranê de bide. Zêdetirî sed salane ku rêxistinên xweser yên jinan, meclîs û saziyên taybet ava kiriye. Bedelên pir giranbuha daye û heta roja îro jî her dide. Xebat û karê çapemeniyê jî li gel vê pêla mezin xwe daye meşandin. Dibe ku hinek caran ji ber dijwarbûna êrîşên sîstemê xwe kişandibe qalikê xwe jî, lê ticar netefiyaye.
Bi hatina komara îslamiya Îranê re rewşa hemû xebatên jinê kete rewşek nelibar, aloz û xeter. Çawa ku endamên rêxistinên jinan rastî şîdet, zîndan, mişext, îdam û hwd. hatin, endamê ragihandina jinê jî bi wê rewşê re rube rû man. Ji bo ku jinek bikaribe xebatên entelektuel bide meşandin, pêwîst bû hezar qedexeyan derbas bike. Hîna jî gelek pirtûk û mekaleyên hindek jinên entelektuel û xebatkarên mafê jin hene ku rêjîm nahêle çap bibin. Gelek fîlm û belgefîlm hene ku rejîm nahêle weşan bibin. Çima? Ji ber ku behsa mafê jinê dikin; rejîmê rexne dikin û hewl didin jinan hişyar û agahdar bikin. bo minak kovara Zenên Rûz (jina îro) ev bi salan bû ku weşana wê hatibû rawestandin. Herî dawiyê bi hatina H. Rûhanî û sozên ku wî ji bo azadiya ragihandin û başbûn rewşa jinê dabû, carek din weşana wê kovarê kete rojeva jinan. Lê dîsa rejîmê bi behaneya ku edîtorê wê jinek femenîst a radîkale nehîşt xebatên wê kovarê ji nûve were destpêkirin. Bo wiyaye ku reng û dengê jinê tineye an jî heger hebe di merceka zilam de lê tê temaşe kirin.
Organên medyayê yên li derveyî Îranê de weşanê dikin, çiqasî karîn tabloya rastî-objektîf a Îranê nîşan bidin?
Bêguman ti medyayek nîne ku serbixwe weşan bike. Yan alîgirê desthilatdariya kevin yanî Şah in, yan alîgirê herketa kesk, mucahidîn, çep, lîbiral, reformxwez û hwd dinin. Ragihandinên ku bi dewletan ve girêdayîne jî ji xwe xeta wan ya weşanê tê zanîn. Ji bo wiya jî mirov nikare bêje ku ragihandineke pir rast û çêker tê pêşxistin. Xeta wan bi giranî siyasî û giştîne. Mijarên jin re jî pir piragmatîst nêz dibin. Her wekî mijarên pirsgirêkên netewan ku di Îranê de tên jiyîn. Bo mînak dikarin mijarek pir jirêzê û nepêwîst bi rojan bikin rojeva xwe lê pirsgirêkên nasname û hebûna gelên din ku rêjîm her roj wan înkar û qetil dike weke nûçeyek pir di rêzê yan sere derbas dibin yan jî gelek caran her nadin. Ez nêzîkatiyek pir cinsiyetgera û nasyonalîst di xeta weşana ragihandinê ku bi zimanê farisî weşan dikin de dibînim. Her wiha wekî we jî gotiye, nêzîkatiyek oryantalîst li hember pirsgirêkên civaka Îranê raber dikin. Wer civaka Rojava nîşan didin ku tu dibêjî hemû pirsgirêkên xwe çareser kirine û bi tevahî azad dijîn. Bi awayek pir sîstematîk û zanebûn êrîşî nirxên gel û civaka Îranê dikin. lê pir nazik û neraste rast ev yek tê meşandin.
Hûn di kudera vê tabloya rojnamevantiyê de cih digirin?
Bêguman hem li ber nasnameya me ya Kurdbûnê hem jî ya jinbûnê em pir bi zehmet û rîsk karê xwe didin meşandin. Di du hêlan de mafê me tê xwarin û em rastî şîdetê tên. Ji xwe di hêla pîşeyî de jî em rastî şîdetek taybetir tên. Rojnamevantî di Îranê de karek pir zehmete û eger tu jinek û Kurdek bî jî ev kar deh qatan zehmetir dibe. Beranberî hemû astengiyan jî em hewl didin xwe bigihênin jinan, êş û elemê wan parve bikin. Her wiha bi fikr û felsefya jiyana xwe bibin çirûskek ji bo runahîkirina rêka wan. Bêguman gelek kêmasiyên me jî çêdibin, lê dîsa jî em bi îdia ne ku emê bikaribin bi rolê ku lazime ragihandina azad bilîze di Îranê de pêşengtiya şoreşa zêhniyetî bikin.
Astengiya asasî eve ku dewlet destûr nade em karê xwe di hundirê Rojhilat û Îranê de bi awayek serbest bidin meşandin. Kîjan hevalên me biçe wê di dadgehek çend deqeyî de hukmê îdamê ji bo wî bibirin. Astengiyeke din jî eve ku em pir rihet ji ber zextên sîstemê nikarin bi nivîskar û xwendewanên xwe re têkilî deynin. Her wiha rejîm hemû sîte û adressên me yên elektironîk fîltêr dike. Lê tevî wan astengiyan hemûyan jî em rêka ku me bigihîjîne jinan û xwendewanan peyda dikin.
Dema hûn li ser jinên Îranê lêkolîn dikin, herî zêde kîjan mijar derdikevin pêş?
Îran hem di hêla coxrafîk hem jî di hêla çandî de xwedî dîrokek kevnare. Lê pir balkêşe ku dema mirov rûpelên wê dîrokê temaşe dike, kêm rastî nav û nîşanên jinan tê. Bêguman, dîrok bi çavek zilamsalarane hatiye nivîsandin. Ev şêwazê nêzîkatî ji dîrokê re ji xwe şaş û seqete. Dîrok hemû xulaseyek ji şah û padişahan nîne. Civak û hêza berxwedana civakê li kuderê dimîne. Lê balkêşe ku jinên Îranê tevî wan hemû jinedîtîvehatina wan kesan jî dîsa hewl dane dengê xwe derxin û rengê xwe nîşan bidin. Bi dîtina min ya herî girîng û ya herî balkêş jî eve. Heycana jinên Îranê ya jiyanê gelek zêde ye, ji vê ye jî ruh û fikrê wan her ji bo şoreşkirinê amadeye.
Hûn di xebatên kovara Zîlan a jinên Rojhilat de ku niha jî wek kovara Zenanê Şerq weşanê dike, cih digirin, çima terciha we ev kovar bûn?
Ji ber ku xebatek herî zehmet, lê ya herî xweş û bi heycane. Derveyî wiya jî ez jinekim û erkê xwe dibînim ku ji bo azadiya xwe şer bikim. Ez vî xebatî weke îmkan, firset û rêbazek tekoşînê digrim dest. Bêguman gelek rêbazên tekoşînê hene. Zêhniyeta ku niha me wek jin dipelçiqîne û mafê me binpê dike jî pir xedar û bêrehme. Bi dîtina min xebatên îdeolojîk, xebatên herî bi serkeftî û herî bi bandorin. Em jî wek jin herî zêde ji vê mijarê bêpar mane. Ji ber ku em îdeolojîk nebûne û ji hêla hêza îdeolojîkî a zilamsalar û cinsiyetgera ve ji destpêka dîrokê heya niha rastî dagirkerî û îstîsmarê tên. Bo wiya jî bi dîtina min ev xebat girîng, esasî û bi tesîrin.
Peyama ku hûn bi van weşanan dişînin, gelo digihêje muxatebên we?
Ji ber ku ev kovar çi Zîlan û çi jî Zenanê Şerq bi zimanê farisî weşanê dikin, xwendewanê wan diyarin. Lê em hewl didin di kovara xwe de cîh bidin nivîs, mekale û berhemên fikrî yê jinên cuda cuda jî. Bêguman kêmasiyên xwe hene. Dibe ku gelek caran di dema xwe de weşan nake. An jî di dema xwe nagihêje xwendewanên xwe. Pirsgirêkên çapxane û weşanê jî derdikevin. Li ser siteyan jî adrêsên me tên fîltêr kirin û gelek pirsgirêkên din jî derdikevin. Evna hemû dibin sedem ku xwendewanê me aciz bibin û me rexne jî bikin. Hewildanên me hene ku em pirsgirêkên esasî derbas bikin û bikaribin hîn birêk û pêktir bigihîjin xwendewanên xwe.
Perspektîfa ve ya weşanê çi ye?
Em hewl didin ku neşibin ti kesê û xetek me ya diyar û xas hebe. Çima gelek kovar û rojname rexne dikin lê nabin hêza çareseriyê; Ji ber ku bi çavên desthilatdaran ji pirsgirêka jin û civakê temaşe dikin. Ev jî dihêle ku hîn zêdtir ji dewlet û desthilatdariyê hêvî bikin. Em berovajî wan difikrin. Em hêza çareserker a jinê bawerin û hewl didin perspektîfên rêxistinbûnê û xwe çawa rêxistinkirinê bidin wan. Em hem desthilatdariyê rexne dikin hem jî kesên ku li ber wan serê xwe ditevînin. Perspektîfên me jî ewe ku lazime jin di nava xwe de yêkbûnê çêbikin, bibin hêza çareserî û avakirinê, xuliqkar bin û hêza xwe bawer bikin. Xwe rêxistin bikin û bi amadekariyek fikrî û îdeolojîk beşdarî qadên civakî bibin.
Hedefên li pêşiya we çine?
Xeta weşana kovara Zîlan hîn zêdetir ber bi jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve bûn. Lê kovara Zenanê Şerq hîn zêdetir bera xwe dide hemû jinên Rojhilata Navîn. Navê wê jî ji xwe ji vê tê. Dema em dibêjin Zenanê Şerq mebesta me jinên Rojhilata Navînin. Zenanê Şerq wê hewl bide li ser esasên pêşxistina sîstemek demokratî a civakî bi guhertinên ku di zêhniyeta jinan û hemû civakê de çêbike weşan bike. Zenanê Şerq tenê kovara partiyek yan jî saziyekî nîne. Hemû sazî û jinên ku dixwazin fikrê wan di Zenan Şerq de were weşandin dikarin bi me re bikevin têkiliyê. Ji bo me ferq nake ku ev nivîskarê jin Tirk, Fars, Ereb, Kurd û hwd. be. Girîng ewe ku terzê tekoşîna me encamgir be û em bikaribin di terz û şêwazê jiyana jinên Rojhilatî(Rojhilata Navîn) de guhertinana çêbikin.
GELEWÊJ EWRÎN