Piştî vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Iraqê, li welêt kaos dest pê kir. Bi îdîaya Alîkarê Serokomarê Iraqê Tariq el Haşimî fermana sûîqestê daye, der barê wî de biryara girtinê hate dayîn. Bersucek ku çalakî pêk anî di îfadeya dayî de ragihand ku wî 25 rojan li Tirkiyeyê perwerdehî dîtiye û ji Haşimî ferman wergirtiye.
Daraza Iraqê ji ber îdîayên pêkanîna sûîqestên siyasî der barê Alîkarê Serokomarê Iraqê Tariq el Haşimî de biryara girtinê da. Daraz vê yekê dispêre îfadeyên ku bersucek der barê Haşimî de dane. Hate diyarkirin ku piştî ev biryara ji aliyê Daraza Bilind a Iraqê ve hate dayîn ji aliyê Parlementoya Iraqê ve hate erêkirin, dê bê sepandin.
Çavkaniyên ewlekariya Iraqê ragihandin ku der barê komîteyeke dadgeran a ji 5 kesan pêk tê der barê Haşimî û hin pasavanên wî de biryara girtinê dane. Çavkaniyên hêzên ewlekariyê ragihandin ku di çarçoveya vê biryarê de, li paytext Bexdayê bi ser buroyên Haşimî de girtin û zavayê wî jî di nav de, bi giştî 7 kes hatine binçavkirin.
Rojên berê, dema Tariq Haşimî û Duwemîn Alîkarê Serokomarê Iraqê Hudayir El Hûzaî diçûn Hewlêrê û Alîkarê Serokwezîr Salih El Mutlaq û Wezîrê Darayî Rafi El Îsawî li Balafirgeha Navneteweyî ya Iraqê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin desteserkirin û hin pasavanên wan hatin girtin. Ji ber vê pêkanînê, balafira ku Haşimî têde bû, çend demjimêran dereng mabû. Balkêş e ku Tariq Haşimî, Salih Mutlaq û Rafî el Îsawî, di Parlementoyê de endamên Lîsteya El Iraqiyeyê ne.
El-Iraqiyeya di bin rêbertiya Iyad Elawî de û Haşimî jî endamê wê ye, belavokeê belav kir û xwest ku tavilê kesên hatine girtin, serbest bêne berdan.
Piştî der barê Tariq Haşimî de biryara girtinê hate dayîn, el Iraqiye ragihand ku hemû wezîrên wan ên di nava hikûmetê de xwe vedikşînin. Berdevê Yekgirtina El Iraqiyeyê Meysûm Demlûcî ji Ajansa Nûçeya a Farsê re axivî û aşkere kir ku hemû wezîrên ji El- Iraqiyeyê îstîfa kirin û xwe ji hikûmetê vekişandin.

Xelata pere d an me 

Tê diyarkirin ku bersucê ku ji ber êrîşa bombeyî ya li hemberî Meclîsê û Serokwezîr Nûrî El Malikî hatibû girtin, di îfadeyên xwe de îtîrafên ku dê Haşimî tengezar bikin, kiriye. Li gorî nûçeya televîzyona el Alemê, îtîrafên bersucek ku ji ber êrîşa bombeyî ya li hemberî êrîşa li hemberî Meclîsê hatiye girtin, di televîzyonê de hatine weşandin û diyar kir ku hin pasavanên Haşimî li pişt vê êrişê ne. Bersucê êrişa bombeyî di îfadeya xwe de got; “Piştî teqîna di dema wesayîta polîsan de, pêk hat û têde 3 kes mirin, Tariq Haşimî bi xwe xelata pere da me.”

'Me çek jê girt'
Bersuc da diyarkirin ku bombe û çekên bi bêdengker, bi rêya Midûrê Nivîsgeha Taybet a Haşimî, Ahmet Kahtan ve gihiştine wan û îdîa kir ku wî ji bo kuştina kesê bi navê Îhsan Ahmed fermana ji Midûrê Nivîsgeha Haşimî wergiriye. Bersuc got; “Yek ji peywirên ku wana dane min ew bû ez peywirdarê Wezareta Derve en-Nasur Meydanî bi çekên bêdengker bikujim. Me çek ji midûrê nivîsgeha Tariq Haşimî girtiye.”
Bersuc da diyarkirin ku Tariq Haşimî ji sala 2009 ve gef li malbata wî dixwe û peywirên metirsîdar bi wî didin kirin. Her wiha, bersuc da diyarkirin ku bi wî şandine Tirkiyeyê û 25 rojan li wir perwerdehiya leşkerî dîtiye.

Nerazîbûna Barzanî 

Her wiha, nerazîbûnên pêşî yên li hemberî pêşketinên der barê Haşimî de ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat. Barzanî da diyarkirin ku ev yek nayê qebûlkirin. Barzanî diyar kir ku ji ber van bûyerên di dawiyê diqewimin, jiyana siyasî ya Iraqê dikeve metirsiyê û ji bo rizgarkirina jiyana siyasî ya Iraqê banga lidarxistineke nîştimanî kir.

  ANF/BEXDA