Xwepêşandanên şermezarkirinê yên di 1'ê Cotmehê de li paytext Bexdayê û bajarên Şîa Necef, Kerbela, Basra, Zîkkar, Mûssena, Mîssan, Dîvaniye, Nasiriyeyê dest pê kirin, di 29'ê Mijdarê de bûn sedem ku Serokwezîr Adil Abdulmehdî îstifa bike. Lê belê krîz dewam dike û derbasî qonaxeke nû bû.
Di encama destwerdana hêzên dewletê de heta niha nêzî 500 kesî jiyana xwe ji dest daye û li derdora 25 hezar kes jî birîndar bûn.
Ji destpêka meha Kanûnê ve li şûna destwerdana polîsan a li xwepêşandêran vê carê jî bi reşkujiyê êriş dike.
Endamê Komîseriya Mafê Mirovan a Serbixwe ya Bilind a Iraqê Alî Bayatli da zanîn ku ji 1'ê Cotmehê ve 26 aktîvîstên tevlî xwepêşandanên li dijî hikumetê bûn bi sûîqestê hatin qetilkirin.
Di vê navberê de li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê sê meh in xwendekarên zanîngehê çalakiyan dikin. Ji gelek bajarên başûrê Iraqê jî piştgirî ji xwendekaran re hate pêşkêşkirin û grevê dest pê kir.
Li aliyê din, li şûna Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî hînê serokwezîrekî nû nehatiye destnîşankirin. Dema ku hate diyarkirin di 19'ê Kanûnê de bi dawî bû.
ANF/BEXDA