Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikûmetê nêzî 5 meh in dewam dikin. hikûmet hîn jî ava nebûye. Muhammed Tewfîk Allawî yê ji bo avakirina hikûmeta nû hate wezîfedarkirin, xuya ye karê wî zor e.

Li Iraqê, xwepêşandanên ku di 1’ê Cotmehê de li dijî hikûmetê dest pê kirin dewam dikin. Li gorî hin çavkaniyan, di xwepêşandanên dijî hikûmetê de heta niha 545 kesî jiyana xwe ji dest dan, 24 hezar kes jî birîndar bûn. Li gorî hin çavkaniyan jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 600 derbas kir û yê birîndar jî nêzî 30 hezar kesî ye.

Li gorî Komîsyona Mafê Mirovan a Iraqê, di xwepêşandanên dijî hikûmetê de 545 kesî jiyana xwe ji dest dan ku 17 ji wan wezîfedarên ewlekariyê ne.

Li ser daxwaza xwepêşandêran Serokwezîr Adil Abdulmehdî ji serokwezaretiyê îstifa kir. Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ji bo hikûmetê bi Sûnî, Şîa û Kurdan re hevdîtin kir. Lê belê ji hevdîtinan encam wernegirt û ji ber vê yekê jî di destpêka meha Sibatê de Muhammed Tewfîk Allawî ji bo avakirina hikûmetê wezîfedar kir. Di serî de lîderê Tevgera Sadr lîderê Şîa Muqteda El Sadr gelek hêz û derdoran bi şert piştgirî dan Allawî ji bo hikûmetê ava bike. Du hefte piştî wezîfedarkirina Allawî, Sadr gef lê xwar û got, “Eger di nava hikûmeta nû de wezîfeya wezîrtiyê radestî endamekî partiyekê bê kirin wê di nava sê rojan de hikûmetê xera bikin”. Sadr ji destpêkê ve diyar dike ku ew dixwaze li Iraqê hikûmeteke teknokrat bê avakirin. Ji ber vê yekê jî dixwaze ku di nava hikûmeta nû de endamên partiyan nebin.

Allawî jî ku ji bo avakirina hikûmetê hevdîtinan dike, anî ziman ku eger hikûmeta ew ava bike hilweşe wê li Iraqê sîstem jî hilweşe.

 

ANF/BEXDA