Li Iraqê xelq ji ber gendelî, bêkarî û nebûna xizmetguzariyê nerazî ye. Ji bo vê jî serî hildaye. Hêzên dewletê fîşekên rastî bi kar tînin.

 Li Bexda, Kerbela û Necefê ji Pêncşemê ve xelq li kolanan e. Li Kerbelayê di êrişa hêzên dewletê de bi kêmanî 18 kes hatin kuştin.

Li paytexta Iraqê Bexdayê ji ber xwepêşandanên li dijî gendelî, bêkarî û nebûna xizmetguzariyê rewşa awarte hatiye ragihandin. Xwepêşanderan doh xwestin ber herêma kesk ve bimeşin, lê hêzên rêveberiya Bexdayê li ser Pira Komarê pêşî li wan girtin û hatin hemberî hev.

Li gorî Komîsyona Mafê Mirovan a Iraqê, di xwepêşandanên çend rojên dawî de bi kêmanî 80 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Ragihandina rewşa awarte tewş e

Li meydana Tehrîr a Bexdayê ji Pêncşemê ve şev û roj çalakî hene. Qedexeya derketina derve jî nekarî çalakgeran rawestîne. Duşemê bi hezaran xwendekar beşdarî çalakiyên protestoyî bûn. Çalakiyên xwendekaran li Bexdayê û bajarên li başûrê Iraqê pêk hatin.

Sendîkayên mamosteyan, parêzer û bijîşkên diranan çalakiya rûniştinê û greva bêdawî ragihandin.

Nîvê şevê li dijî qedexeyê dengê qornayê û muzîkê ji hoparloran her bilind bû.

Çalakgerekî ji AFP’ê re got, “Qedexeya derketina derve tiştek neguhert. Hukûmet wer difikirî ku em ê li mal bimana. Lê qet welê nebû. Em bi biryardarî daketin qadan.”

Li Kerbelayê 18 kes hatin kuştin

Li Kerbelayê jî nîvê şevê hêzên dewletê bi dijwarî bi ser xwepêşanderan de çûn. Hêzên dewletê li dijî xwepêşenderan fîşekên rastî bi kar anîn. Di xwepêşandanên Kerbelayê de 18 kes hatin kuştin û 865 kes jî birîndar bûn.

Li gorî bîlançoya fermî ji 1’ê Cotmehê ve herî kêm 240 kesî jiyana xwe ji dest da.

Ji bilî Bexda û Kerbelayê, li Necefê jî şeva din xelq li qadan bû.

Rayedarên Îranê herçiqasî di warê mafan de xwepêşanderan mafdar bibînin jî bûyeran weke destê derve tê de ye bi nav dikin û lewma di tepisandina xwepêşandanan de Îran milîsên xwe bi kar tîne.

 

 ROJNEWS/BEXDA