Xwepêşandanên gel ên Iraqê bi dirûşmeya ‘Îna Berxwedanê’ carek din destpê kirin. Li gelek taxên Iraqê û bajarên din yên Iraqê piştî nimêja înê xwepêşandanan destpê kirin.
Xwepêşandanên li Iraqê li dijî gendelî û bêkariyê têne kirin. Li gelek parêzgehên Iraqê carek din welatî dadikevin qadan û xwepêşandan berfireh dibin.
Di çalakiyên heta niha de bi dehan kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin. Heta niha hukûmetê gelek soz dan xwepêşanderan, lê bi sedema ku bi cih neanîn, xelkê her nerazîbûna xwe zêde kirin. Ji ber rayedaran xwepêşandanan weke destê derve dibînin, ev xelkê hê jî zêdetir bi hêrs dike. Xelkê serê xwe radike jî Erebên şîî ne.
BEXDA