Ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê, li bajarê Îtalyayê Mîlanoyê meş û mîtîngek hate lidarxistin. Berdevkê HDK’ê Demîr Çelîk, Nûnera PYD’ê Sînem Mihemed û endamê meclîsa şaredariya Mîlanoyê Paolo Lîmonta li çalakiyê axivîn. 

Çalakiya protestoyî li Porta Venezîayê dest pê kir. Bi qasî sed sazî, partî, sendîka û navendên çandê ji bo çalakiyê bang kirin. Partîto Comûnîsta, Sînîstra Îtalîa, konfederasyona sendîkaya CÛB, CÎSDA, NO MOÛS û tevgera antî faşîst piştgirî dan çalakiyê.

Ji Roma, Grosetto, Pîsa, Fîrenze, Torîno, Venezîa, Novara û Modenayê, Kurd û dostên wan ên Îtalyanî bi otobusan berê xwe dan Porta Venezîa. Meşê saet 14’an dest pê kir û her kom, partî, sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl bi al û pankartên xwe tevlî meşê bûn. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” hatin hildan. Meşê heta Pîzza Duomoyê dewam kir û dirûşmên, “Em hemû PKK’yî ne”, “Azadî ji Ocalan re”, “Dîktator Erdogan” bi zimanê Îtalî hatin gotin.


Îtalya ji bo azadiya Ocalan berpirsiyar e  

Piştî meşê, li Pîazza Duomoyê mîtîngek hate lidarxistin. Endamê meclîsa şaredariya Mîlanoyê Paolo Lîmonta di destpêka çalakiyê de got, Ocalan dema ji bo çareseriya aştiyane bi rê ket, ewilî berê xwe da Îtalyayê. Lîmonta destnîşan kir, ew xwe ji azadiya Ocalan berpirsyar dibînin.

Berdevkê HDK’ê Demîr Çelîk piştre axivî û diyar kir ku li gel mercên giran ên tecrîdê jî Ocalan azad e û got, “Encam çi dibe bila bibe, heta ku ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, em ê têkoşin.”

Nûnera PYD’ê ya Têkiliyên Derve Sînem Mihemmed jî got, Federasyona Bakurê Sûriyeyê, li dijî tarîtiya DAIŞ‘ê, misogeriya jiyana hevpar a hemû gelên li Rojhilata Navîn e. Mihemed destnîşan kir ku afirînerê vê projeyê Ocalan e û azadiya Ocalan daxwaza bingehîn a gelên li Rojava ye. Çalakî bi govenda li ber stranên bi Kurdî qediya. 


MÎLANO