Germahiya li Japonyayê li binê siyê jî 40 pile ye. Rêjeya hêwîbûnê jî 80 ji sedî derbas kir. Li gorî daxuyaniyên fermî, di nava sê hefteyên dawî de 80 kes ji germê mirin, 35 hezar kes jî nexweş ketin û berê xwe dan nexweşxaneyan. Ji berpirsyarên Ajansa Meteorolojiyê Motoakî Takekawa êvara Duşemê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, “Li gelek herêman dinya gelekî germ bûye ku beriya niha ewqasî germ nebûbû.” Takekawa germa heyî germa kuştinê ye û got, “Em vê yekê weke karesateke xwezayî dibînin.” Li bajarê Kûmagaya yê li bakurê Tokyoyê dinya bi 41.1 pileyî germ bûye ku ev yek li herêmê rekor e. Li gelek herêmên din jî zêdeyî 40 pileyî dinya germ bûye. Servîsên meteorolojiyê radigihînin ku germahî wê heta destpêka meha Tebaxê bidome. Pirraniya kesên jiyana xwe ji dest dane, kal û pîr in. Zarok jî di nav de hene. Zarokekî şeş salî piştî ku ji dibistanê derket, ji germê jiyana xwe ji dest da. Berdevkê hikûmetê Yoşîhîd Sûga got, “Ji bo parastina zarokan pêwîstî bi tedbîrên lezgîn heye.” Hikûmet wê desteka madî bide ji bo li kolej û lîseyan ji havîna bê û pê ve sîstema klîmayê were bicihkirin. Ji 1’ê Nîsana 2017’an û vir ve li nîvê sinifan sîstema hênikkirinê heye. Uçîmûzî bikin Li aliyê din waliya Tokyoyê Yuriko Koike av li erdê reşand di festîvala jê re Uçîmûzî dibêjin. Armanca vê festîvalê ew e ku bi av reşandinê deverên ku germê li wan tesîr kiriye bên hînik kirin. Ev rêûresmeke kevin e li Japonyayê. Walî ya ku bi bîr xist di nava du salan de di kela germa havînê de wê Olîmiyad û Paraolimpîk li Tokyoyê bi rê ve biçin, û vejandina rîtuela Uçîmûzî jî weke yekê ji rêyên hînikkirina dinyayê û rehetkirina xelkê pêşniyaz kir.