NISRÎN ELÎ / EHMED MIHEMED / ANHA / HESEKÊ

Rêveberiya kampa Holê biryar da ku 2 beşên nû li kampê zêde bike. Kampa Holê dikeve rojhilatê bajarê Hesekê, 73 penaber û koçber ji hemû bajarên Sûriyê û Iraqê û ji wê jî zêdetir malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî lê dijîn.

Kamp li 5 beşan hatiye dabeşkirin. Niha ji 5 hezarî zêdetir malbat li kampê bê kon in. Ji bo çareserkirina pêwistiyên koçberên li kampê, rêveberiya kampê bi derfetên kêm 2 beşên dîtir lê zêde kirin. Beşên nû kanalîzasyon û serşok lê hatin zêdekirin û dê piştre jî kon li wan bên vegirtin.

Ji bo 5 hezar malbatan

Endamê rêveberiya kampê Mihemed Yûsif li ser rewşa kampê peyivî û got, "Pirraniya şêniyên li kampê ji ber tinebûna konan li derve dijîn. Me li gorî derfetên xwe 2 beşên nû lê zêde kirin. Her beşek nêzî hezar û 400 malbatan wê hilgire.

Di dawiyê de Yûsif bang li tevahiiya sazî û rêxistinên peywendîdar kir da ku alîkariyên mirovî ji penaber û koçberên li kampa Holê re pêşkêş bikin.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk, kampa Holê di sala 2016’an de piştî hatina penaberan ji Iraqê ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê reviyayî, ava kiribû.