Rêvebira terzîxaneyê Emîra Xelîl diyar kir ku dema ew hatine Rojava cil û bergên li gor çanda xwe ne didîtin û wiha got: „Cil û bergên vir li gorî çandê Rojavaye. Dema ku me cil û bergên li gor xwe nedît, me biryar da ku em terzîxaneyek vekin û cil û bergên gorî çandê xwe bidirûn. Nêzî 11 mehin em li vir dixebitin. Bi alîkariya Rêvebirên Kampê du makîneyên dirûnê û konek ji bo me hat. Piştre jî Komîteya Jinên Rojava konek hê mezintir, 6 makîneyên dirûnê, klîma, masayê birînê û her wiha qûmaş ji bo me sendin. Niha em 7 jin li vir dixebitin. Em him pêdiviyên gel pêşwazî dikin him jî debara xwe dikin. Em li vir cilên zarok, jin û mêran didirûn.“Emîra diyar kir ku ew ê êdî ji bo şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî cil bidirûn û wiha berdewam kir: “Ciwanên me yên Êzîdî li Şengalê ber xwe didin û axa me ji çeteyan diparêzin. Em jî dixwazin ji vir piştgiryê bidin wan. Ji ber vê yekê em ê dest bi dirûna cilan bikin ji bo wan.“ 


 JINHA/DÊRIK